Li Amed, Êlih û Cizîrê xizmên windayan di çalakiyê de bûn

Li Amed, Êlih û Cizîrê xizmên windayan di çalakiyê de bûn

Şaxên ÎHD'ê û xizmên windahiyan li Amed, Êlih û Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyê li dar xistin.

Xizmên windayan li Amed û Êlihê 299. car, li Cizîrê jî 307. car li aqûbeta zarokên xwe pirsîn.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi dîrûşma "Winda bên dîtin kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya hefteya 299'emin li Parka Koşuyolu li dar xistin. Li gel rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, KESK, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyan û gelek kesên din tevlî çalakiya xizmên windayan bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin û li ser pankartekê li erdê bi nivîsa "Ev kes şevekê ji malên hatin girtin û careke din venegeriyan" û "Bila winda ben dîtin û kiryar û kujer bên darizandin"  hatin danîn.

Endama Komîsyona Xizmên Windahiyan a ÎHD'ê Nigar Kocaman axivi û bal kişand ser çalakiya hefteya bê ya hefteya 300'emîn. Kocaman ani ziman ku ji bo bigihêjin hestiyên xizmên xwe bi salanin têkoşînê didin. Kocaman, da zanîn ku ew ê her hefte li vê qadê bûn û dengê xwe bilind bikin.

Piştî axaftina Kocaman çîroka Mehmet Zeki Akyildiz ê ku di sala 1992'yan de ji aliye Hizbullahê ve hat revandin û hat windakirin hate vegotin. Çîroka Akyildiz ji aliyê Endama Komîsyona Xizmên Windahiyan a ÎHD'ê Nigar Kocaman ve hate xwendin. Kocaman, diyar kir ku bavê M.Zekî Akyildiz gotiye kurê wî xwendekarê dibistana navîn bû û li gorî gotinên ji derdorê bihîstin ji aliyê Hîzbullahê ve ji bo bikeve cemaetê zext li ser dikirin. Kocaman, bilêv kir ku bavê wî got ku kurê wî ji bo ewlehiyê dibistan guherî lê pêşiya wî bernadin û dema kurê wî li Farqînê diçû mala xwîşka xwe ji aliyê kesên sivîl ve hate revandin û birin gundê Susê yê weke gundê Hizbullahê tê zanîn. Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

 ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Parka Ataturkê hatin cem hev çalakî li dar xistin. Endamê ÎHD'ê yê Êlihê Prz Mesut Aydin daxuyanî xwend û wiha got: "Li Kurdistanê 299 hefte ye em li xizmên xwe digerin." Aydin, anî ziman ku li şûna kiryarên cinayetan bidarizînin û hesabê ji wan bipirsin malbat û xizmên windayan rastî zext û darizandinê hatin. Aydin da zanîn ku li Edeneyê Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdu dema rojname belav dikir hate qetilkirin û tevî 18 roj bi ser bûyerê de derbas bûn hê kiryar nehatine dîtin.

CIZÎR

 Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê yên ku her hefte çalakî li dar dixin û aqûbeta xizmên xwe yên di salên 90'an de hatin windakirin dipirsin vê hefteyê jî cara 307'emîn li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û lêgerîna edelatê domandin. Dayikan di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe û pankarta Albuma windayan hilgirtin û MEYA-DER, ÎHD û Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê. Di çalakiya ku her hefte çîroka windayeke tê parvekirin de vê hefteyê çîroka Ramazan Uykur ê di 1994'an de ji aliyê birayên Kamîl Atak ên cerdevan ve li ser rêya Nisêbîn û Cizîrê hate qetilkirin hate parvekirin. Hevsera Uykur, Azîme Turk çîroka hevserê xwe vegot û ev tişt anî ziman: "Kamîl Atak gelek caran gef li hevserê min xweribû. Dixwest bibe cerdevan. Ji ber ku hevserê min ev yek red kir li ser rê qetilkirin. Me gilî kir sûcên wan hate îspatkirin lê nehatin girtin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin."

Piştre Endama Dayikên Aştiyê Ayşe Ertene axivî û wiha got: "Di dema ku hêzên tarî nava dewletê de di dewreyê de bûn gelek mirovên me hatin qetilkirin. Dewletê kujerên wan afirand. Îro jî dixwazin kujeran biparezin û bi kar bînin. Em dixwazin aştî bê vî welatî. Ji bo aştî pêk bê divê kiryar derkevin holê." Ertene bal kişand li ser Roja Kobanê jî û diyar kir ku êdî kurd nemecbûr in qedera ji bon hatiye xêzkirin qebûl bikin û dikarin bihevre tevbigerin û aştiyê pêk bînin.

Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat û Dayikên Şemiyê çalakiya vê hefteyê bi dawî kirin.