Li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dest bi dersan kir

Li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê dest bi dersan kir

Akademiya Siyasetê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo perwerdehiya 10 rojan dest dersan kir.

Akademiya Siyasetê ya Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê ji bo perwerdehiya 10 rojan bi merasim û civînekê dest dersan kir.

Di dewreya perwerdehiyê de Endamên Meclisa BDP'ê Mehmet Saît Uçlu, Selahattin Işik, Emîr Alî Çelebî, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Faruk Saglam û gelek endamên Saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Endamê Meclisa BDP'ê Mehmet Saît Uçlu, diyar kir ku ew di meha nîsanê de dest bi pêvajoyek nû ya perwedehiyê dikin û wiha got: "Pşitî sala 2009'an li dijî akademiyan zextên mezin û astengiyên mezin hatin meşanin. Gelek hevalên me yên li vir perwerde didîtin û perwerde didan hatin girtin. Em îro dîsa li vir li gel hemû zextan bi hêzek mezin dest bi perwerdehiyê dikin.

Uçlu, da zanîn ku ew dewreya 3'emîn a perwerdehiyê dest pê dikin û dê rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî tev li perwerdehiyê bibin. Uçlu, da zanînku kesên tev li perwerdehiyê bibin dê bi hêzek mezin tev li xebatên siyasetê bibin.