Li Agirî serdegirtinên malan: 1 jê zarok 3 kes hatin binçavkirin

Li Agirî serdegirtinên malan: 1 jê zarok 3 kes hatin binçavkirin

Li Agirî di encama serdegirtina malan de 1 jê zarok 3 kes hatin binçavkirin.

Li taxên Alparslan û Kazimkarabekîr ên Agirî, polîsan avêtin ser malan û yek jê zarok 3 kes kirin binçavan. Polîs û tîmên taybet îro danê sibê avêtin ser malan û Mûhamed Karagoz (18), Berat Karaman (30) û F.A. (15) kirin binçavan.

Hat ragihandin ku her sê kesên bi hinceta beşdarî protestoyên ji bo Kobanê bûne hatin binçavkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe.