Çakiya rêxistina HDP’ ê ya Îzmîrê ya ‘Nobeda Demokrasiyê’ ya li dijî desteserkirina qeyûman a li ser şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên din a li pêşiya Navenda Çanda Turkan Saylan a li Alsandakê di roja duyemîn de ye.
Beriya Nobedê parlementerên HDP’ê Mahmût Togrûl, Habîp Eksîk, Ayşe Surucu, Şevîn Coşkûn û Serpîl Baykemal li gel rêveberên HDP’ê yên navçe û bajar li navçeya Konak li gel welatiyan li esnafan belavok belavkirin.
Piştî belavkirina belavokan û şûnde wekîl tevlî nobeda Navenda Çandê ya Turkan Saylan bû. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl li vir axivî û ragihand ku wê li dijî qeyûm û îtifaqa AKP/MHP’ê ya faşîst mil bi mil têkoşînê bikin.
Togrûl bi domdarî got: “Heta li vî welatî bi hêzên demokrasiyê re edalet û hiqûqê pêk bînin û ji nû ve jiyanê bi afirînin wê çalakiyên me bidome.” Togrûl li dijî faşîzma AKP/MHP’ê bang li hemû xelkê Îzmîrê kir ku têkoşînê bikin.
Polîsan xwestin nûçegihanan ji wekîlan dûr bixin li ser vê nakokî derket û parlemeter Habîb Eksîk got: “Hûn biryara wekê nadin bê ka wê kengê karê çapemeniyê biqedîne. Hûn nikarin mudaxeleyî çapemeniyê bikin. Hûn li vir bi vê dorpêçê sûc dikin. Hûn hiqûqê nizanibin biçin fêr bibin.” nerazîbûn nîşan da.
Dayikên Aştiyê jî yên tevlî çalakiyê bûn, gotin ew polîtîkayên qeyûman qebûl nakin.