Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdanê dest pê kir

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dengdanê dest pê kir û wê heta saet 17:00 dewam bike.

Ji bo hilbijartinên Dema 11'emîn a Parlamentê ya Îranê, dengdanê danê sibehê dest pê kir.

Ji bo hilbijartinên Îranê ku mûxalefet boykot dike, mafê 57 milyon û 918 hezar kesî heye ku dengê xwe bi kar bîne.

Li 208 navendên hilbijartinê wê hilbijêr karibin li 70 hezar sindoqî dengê xwe bi kar bînin. Rejîma Îranê 200 hezar kes weke wezîfedarên sindoqê û çavdêr wezîfedar kir.

MÛXALEFET BOYKOT DIKE

Di hilbijartinê de 7148 namzet ji bo bên hilbijartin li ber xwe didin. Mûxalefet ji ber nedemokratîkbûnê hilbijartinê boykot dike. Dengdan wê saet di 17:00 de bi dawî bibe. Lê belê eger gelek hilbijêran nekariye dengê xwe bi kar bînin wê dema dengdanê çend saetan karibe bê dirêjkirin.