Li 6 navendan operasyonên qirkirina siyasî
Li 6 navendan operasyonên qirkirina siyasî
Li 6 navendan operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP’ê bi hinceta şermezarkirinên Kobanê ku destpê kirin didomin. Di serdegirtinên malan ên li Amed, Sêrt, Mêrdîn, Aydin û Erzînxan 31 kes hatin binçavkirin
AMED
Li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezan a Amedê polîsan serê sibê bi hemwextî bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de tîmên taybet jî cih girtin. Di serdagirtina malan de polîs û tîmên taybet lêgerînên dijwar pêk anîn û hemû alavên malan tevlîhev kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin heya niha di serdegirtina malan de Abdullah Topdemîr hate binçavkirin. Topdemîr birin Midûriyeta Polîsan a Amedê û dibe ku hejmara binçavkirina zêde bibe.
SÊRT
Li hin taxên Sêrtê polîsên rûyê wan pêçandî ku girtin ser malan Ahmet Destan, Alî Yildiz û Selahattîn Çetîn jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin û kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Ewlehiya ya Sêrtê.
Sedema binçavkirinan ku nehat zanîn, hat ragihandin ku mimkun e hejmara binçavkirinan zêde bibe.
ŞEMREX
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di encama serdagirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şemrexê de hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Navên kesên hatin binçavkirin ev in; Hamît Çoko, Serkan Akkuş (22), Nezîr Îlek (50), Dogukan Çavli (20), Nejat Tîtîz (30), Ekrem Yuş (35), zarokên bi navê J.K. (15) û R (17).
AYDIN
Li navçeya Ortaklar a Aydinê jî polîsan bi ser malan de girt û welatiyên bi navê Ramazan Pîcîl, Remzî Kaya, Azîz Kaya, Serkan Tekçe û Aydin Ozdemîr binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Aydinê.
ERZÎNXAN
Polîsan li taxên Yenî û Yavuz Selîm ên Erzînxanê bi ser gelek malan de girtin, 3 kes binçav kirin û di serdagirtina KYK'ê de jî xwendekarek hate binçavkirin. Gelek kesên di nav de xwendekar jî hene li ber Şaxa TEM'ê ya Erzînxanê hatin cem hev, li vir polîsan wêne kişandin. Piştre kontrola GBT'ê kirin û 7 xwendekarên din binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin ên navên wan tên zanîn wisa ne: Burak Nergîz, Alî Atmaca, Vedat Demîr, Remzî Durmaz, Ersîn Turhan, Mahsun Ogurlu, Ahmet Çakmak, Ercan Ekmekçî, Dogan Ataç û Ozel Kaya.
Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa TEM'ê.
ÎDIR
Li Îdirê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.
DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ
Piştî çalakiyên ji bo Kobanê polîsan bi operasyonên serdagirtima malan de gelek kes binçavkirin û li navçeya Mêrdînê ya Dêrika Çiyayê Mazî jî 3 welatiyên ji bo îfadeyan gazî Midûriyeta Polîsan a navçeyê kirin hatin binçavkirin.
Piştî çalakiyên ji bo Kobanê pêk hatin polîsan bi hinceta tevlî çalakiyan bûne dest bi binçavkirina welatiyan kirin û her roj gelek kes tên girtin. Polîs her roj li bajar û navçeyan bi ser malan de digire û welatiyan binçav dike lê li navçeya Dêrîka Çiyayê Mazî ya Mêrdînê pêkanînek cuda pêk hat.
Welatiyên bi navê Ozgur Aktay û Mazlum Emek ên ku berê hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan îro careke din bi welatiyê Çetîn Beçene ve ji bo îfadeyan gazî Midûriyeta Polîsan a navçeyê kirin. 3 welatiyên ji bo îfadeyan bidin çûn midûriyetê hatin binçavkirin.