Li 5 parzemînan wê ji bo azadiya Ocalan çalakî bên lidarxistin

Di çarçoveya kampanya KCDK-E ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, wê li pênc parzemînan çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin.

Di çarçoveya kampanya KCDK-E ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li pênc parzemînan, li her devera Kurd lê ne wê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser kampanyayê axivî û got, "Rojeva bingehîn a hemû çalakî û xwepêşandanên me yên sala 2017'an wê azadiya Serok Apo be."

Ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ev 18 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye û bû 2 sal ti agahî jê nayê girtin, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK), di çarçoveya biryar akongreya xwe ya asayî de dest bi kampanya "Azadî ji Ocalan re" kir.

Kampanya wê salekê bê navber dewam bike. Ji Japonyayê hate Kanadayê, wê bi çalakî û xwepêşandanan tecrîda il ser Ocalan were şermezarkirin û daxawza azadiya Ocalan bê kirin. Di çarçovey akampanyayê de hat niha gelek çalakî hatine lidarxisin, bi taybetî li gelek cihan konê agahdarkirinê hatin vedan. Ji meha Îlonê û pê ve jî wê li gelek welatan çalakî û xwepêşandan pêk werin. Dirûşma bingehîn a van çalakiyan jî wê "Azadî ji Ocalan re" be. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku azadiya Ocalan ji bo Kurdan girîng e. Koç got, "Azadiya Ocalan di serî de gelê Kurd azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e" û bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku tevlî kampanyayê bibin.

'ÇALAKIYÊN SALA 2017'AN J BI SEROK APO NE'

Hevserokê KCDK-E Yuksek Koç, li ser çalakî û xwepêşandanên ku wê di nava sala 2017'an de bên lidarxistin agahî da û got, "Azadiya Serok Apo ji bo gelê Kurd tê wateya her tiştî. Eger gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bû be aktor, weke modela Rojava weke mînak tê nîşandan, afirînerê vê yekê Serok Apo ye. Ji vê jî wêdetir, ne tenê Kurdan, di serî de gelên Rojhilata Navîn gelek hêzên civakî yên li gelemperiya cînaê paradîmgaya Ocalan pejirandine û ji bo bicihanîna wê têdikoşin. Azadiya Serok Apo ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelek gelan girîng e." Koç bal kişand ser biryara kongreya KCDK-E û wiha dewam kir: "Di çarçoveya biryara xwe ya kongreyê de, em ê çalakiyên xwe yên sala 2018'an ji bo azadiya Serok Apo bikin. Weke destpêka van çalakiyan, em hemû hevserokên saziyên xwe yên li welatan tevlî çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê bûn. Dûre li her welatî bi rêbazên cuda çalakiyên me dewam kirin. Di serî de mîtîng, meş, stand û civînên gel, em gelek çalakÎ û xwepêşandanan di zikhev dimeşînin. Hemû saziyên ser bi me ve yên li her welatî, bi rengekî çalak cihê xwe di nav akampanyayê de digirin û dixebitin."

'DIVÊ HER KES TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Hevserokê KCDK-E Koç bang li her kesî kir ji bo tevlî çalakiyan bibin û wiha dewam kir: "Her Kurd li ku dibin bila bibin, lazim e tevlî van çalakiyan bibin û bi rengekî çalak cih di navê de bigirin. Di vî warî de pêwîste mirov bi berpirsyariyeke cidî rabin. Em nikarin agahiyê ji Serok Apo bigirin. Ji ber vê  jî lazim e em bi dilrehetî ranezên, em li şûna xwe rûnenên. Paradîgmaya Serok Apo, ji Latîn Amerîkayê heta Rojhilata Navîn îro bûye hêviya mirovahiya pêşverû. Xwedîderketina li Rêberekî ku bûye hêviya tevahiya cîhanê, azadkirina wî divê wezîfeya sereke be ji bo her kesî. Girîng e her kes bi vê berpirsyariyê tevlî çalakiyan bibe."

ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA OCALAN

Çend ji çalakiyên ku di çarçoveya kampanya "Azadî ji Ocalan re" heta dawiya sala 2017'an bên lidarxistin ev in:

Hefteya destpêkê ya meha Tebaxê, wê Yekîtiyên Baweriyan ên Mezopotamyayê, çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' organîze bike.

Ciwanên Azad wê li Elmanya, Hollanda, Fransa, Belçîka, Îtalya, Yewnanîstan, Swîsre û welatên Skandînavyayê, 9 û 12'ê Tebaxê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan re' lidar bixe.

Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, wê hefteyekê li Mîlano, Roma, Parîs, Koln, Toronto, Viyana, Zurîch, Bruksel, Stockholm, Oslo, Marsîlya, Bern, Berlîn, Hambûrg, Frankfûrt, Kopenhagen, Strasboûrg, Hannover, Lahey, Tokyo, Cannes, Washîngton, Stûttgart, Amsterdam, Helsînkî, Qibris, Munchen, Atînayê çalakiyên girseyî werin lidarxistin. Ji bo azadiya Ocalan wê çalakiyên bi lazer jî pêk werin.

Roja 9'ê Îlonê di serî welatên Ewropayê wê li hemû welatan meş, mîtîng û xwepêşandan bên lidarxistin.

30'ê Îlonê wê saziyên çanda Kurd ên li Koln û Parîsê, tevî tevgera jinan koreografiya Ocalan bikin.

1'ê Cotmehê wê Pirtûkxaneya Gerok bê destpêkirin. Bi rêya otobusekê wê li bajarên Ewropayê bigere û pirtûk û belavokên li ser nêrîna Ocalan bên belavkirin.

9'ê Cotemhê, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî wê li gelek bajaran çalakî, meş û mîtîng werin lidarxistin.

Hefteya destpêkê ya meha Cotmehê wê li gelek bajarên girîng ji bo azadiya Ocalan afîş bîlboard li panoyên reklaman bên daliqandin.

Hefteya dawîya meha Cotmehê, wê bi pêşengiya Tevgera Çanda Kurd li gelek bajaran çalakiyên çandî bên organîzekirin.

Meha Cotmehê, ji bo azadiya Ocalan wê li Eyaleta NRW a Elmanyayê bi beşdariya 70 hezar kesî meşeke girseyî were lidarxistin.

10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê wê bi rengekî girseyî tevlîbûn li çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê bê kirin.