Li 5 bajaran bi qasî 30 kes hatin binçavkirin
Li Stenbol, Tekîrdag û Amedê, bi qasî 20 kes hatin binçavkirin. Li Enqere û Rihayê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol, Tekîrdag û Amedê, bi qasî 20 kes hatin binçavkirin. Li Enqere û Rihayê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê rejîma AKP/Qesra Erdogan ve tên meşandin, dewam dikin. Li Stenbolê 12, li Farqînê 3, li Tekîrdagê jî Hevserokê HDP'ê yê Bajêr hatin binçavkirin. Li Enqereyê herî kêm 9, li Rihayê jî kesek hate binçavkirin.
STENBOL
Polîsên Tirk li navçeyên Arnavûtkoy, Bahçelîevler, Bagcilar, Beyoglû, Esenler, Pendîk û Sancaktepeyê avêtin ser malan û 12 kes bin çav kirin. 12 kesên binçavkirî birin Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya li Kolana Vatanê.
TEKÎRDAG
Li Tekîrdagê, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Kenan Yildiz, danê vê sibehê di dema serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
AMED
Li taxa Baglar a navçeya Farqîn a Amedê, ciwanên bi navê Veysî Aksin, Eyup Bakici û Mehmet Bînen, dema li Parka Kaniya Navîn rûniştî bûn ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Li Farqînê rojên dawî bû 8 ciwan ku li derve, li kolanan tên binçavkirin.
ROJNAMEVAN Û RÊVEBERÊN HDP'YÎ HATIN BINÇAVKIRIN
Wekî din, li Enqereyê nûçegihanê Dîhaberê Denîz Nazlim, rêveberên HDP'ê Dîlan Çetîn, Erkan, Kara, Îrfan Geçer, Yelîz Yildirim, Yildiz Bahçecî, Laleş Ekmen, Engîn Çevîk û Mucahît Kaplan ahtin binçavkirin.
Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hamdûllah Bayram jî li Rihayê li mala xwe hate binçavkirin.