Li 4 navendan operasyonên qirkirina siyasî

Li 4 navendan operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî yên ku polîsên AKP’ê protestoyên Kobanê hincet nîşan da û da destpêkirin didome. Li Amed, Sêrt, Mêrdîn û Amedê di serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin.

Polîsên AKP’ê bi hinceta prostestoyên Kobanê operasyonên qirkirina siyasî dan destpêkirin û li 4 bajarên din di serdegirtina malan de 16 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên hevdem de lêgerîn li malan hatin kirin. 

AMED

Li navçeya Rezan a Amedê li Taxa Şêx Şamîl  di saetên sibê de bi ser malan de hate girtin û tîmên taybet jî di operasyonê de cih girtin. Di serdegirtinên malan de mal hatin serobinokirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin ciwanê bi navê Abullah Topdemîr hatiye binçavkirin û hat hînbûn ku Tokdemîr birine midûriyeta polîsan û hat gotin ku wê hejmar zêdetir be. 

SÊRT

Li Sêrtê jî li hinek taxan polîsan rûyên wan girtî bi ser malan de girtin û Ahmet Destan, Alî Yildiz û Selahattîn Çetîn binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat hînbûn û tê gotin ku wê hejmara binçavkirinan zêde bibe.

ŞEMREX

Li navçeya Mêrdîn Şemrexê jî bi îdîaya ku tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne, bi ser malan de hat girtin û 8 kes hatin binçavkirin. Hamît Çolo, Serkan Akkuş ê 22 salî, Nezîr Îlek ê 50 salî, Dagukan Çavli yê 20 salî, Nejat Tîtîz ê 30 salî, Ekrem Yuş (35), Jiyan Kapçak (15) û Ramazan Deniz (17) hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan.

AYDIN

Li Ortaklar a Aydinê jî di saetên sibê de bi ser malan de hate girtin û Ramazan Pîcîl, Remzî Kaya, Azîz Kaya, Serkan Tekçe û Aydin Ozdemîr hatin binçavkirin.