Li 25 taxên Lice û Hênê derketina derve hat qedexekirin

Li 25 taxên navçeyên Lice û Hênê yên Amedê derketina derve hat qedexekirin.

Li navçeya Amed Liceyê, qedexeya derketina derve ya duh li taxên Ortulu, Arpacik, Sîvrî Tepe, Bîlgîn, Saglik, Seyrek, Sîlkîto û Korha hatibû ragihandin, îro danê sibehê saet di 05:00 de hat rakirin. Lê belê li 11 taxên din ên Liceyê û 14 taxên Hênê derketina derve hat qedexekirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, "Li taxên Hênê; Yûkari Tûrali, Akçayûrt, Kaledîbî, Başakli, Taşbûrûn, Guzelce, Karapîlyar, Aşagitûrali, Damlatepe, Çay, Horsel, Mezartalarsi, Siraevler û li taxên Liceyê; Elmadere, Boylûca, Ayaz, Akçapinar, Şenlîk, Tûzlakoy, Agilcik, Ergînkoy, Bîrlîk, Şabek Komû û Şakan" derketina derve hatiye qedexekirin.