Leşkerên Tirk wesayîta YPG’ê gulebaran kirin

Leşkerên Tirk wesayîta YPG’ê gulebaran kirin

Leşkerên tirk duh êvarê wesayîtek  aydê YPG’iyan gulebaran kir.

Berpirsyarê Asayîşa rojhilatê Kobanê Mustafa Dadalî axivî û diyar kir ku di şeva 25’ê îlonê de li gundê Alîşar a Kobanê wesayîteke aydê YPG’iyan ku li aliyê din yê Sînor bûye ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye gulebarankirin.

Hate hînbûn ku pevçûnên di navbera DAIŞ û YPG’ê de di duh de dijwar bûye û çeteyên ku xwestine li Alîşar pêşde biçin û nekarîn biçin derbasî sînorê Bakur bûne û ji vir dîsa ketine Kobanê. Di vê navberê de wesayîteke aydê YPG’iyan ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye gulebarankirin. Hate hînbûn ku ji YPG’ê wenda tune û bersiv nedane leşkerên Tirk.

Dadali got ku duh saer di 16’an de trînek li gundê Alîşar hatiye sekinandin û cebilxane û çek ji çeteyan re hatiye.

Dadali got telefon û têlsiz xeta sînor hatine astengkirin û got ji ber ku torên telefonên rejîma Sûriyê nîne ji ser serwîsên Tirkiyeyê îrtîbat ava kirine û got ev 4 roje telefon hatine astengkirin. Dadalî diyar kri ku ji duh de pevçûn dijwar bûne.