Leşkerên kuştî û birîndar birin Hatayê
Hate ragihandin ku di êrîşa esmanî ya li ser nuqteya leşkerên Tirk a li Neyrabê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Kuştî û birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê.
Hate ragihandin ku di êrîşa esmanî ya li ser nuqteya leşkerên Tirk a li Neyrabê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. Kuştî û birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê.
Di êrîşa esmanî ya artêşa Tirk a li ser artêşa Tirk û çeteyên wê ya li herêma Nayrab a Idlibê de hate ragihandin ku leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatin girtin, di saetên piştî danê nîvroyê de li dijî leşkerên Tirk ên di navbera Seraqibê û Idlibê de êrîşeke esmanî pêk hatiye. Hate ragihandin ku di êrîşê de leşkerên Tirk hatine kuştin û birînar bûne.
Her wiha hate ragaihandin ku leşkerên hatine kuştin û birîndar bûne rakirine Nexwexaneya Dewletê ya Hatayê. Têkildarî hejmara leşkerên hatine kuştin û birîndaran agahiyên zelal nehatin girtin.
Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar jî di saetên şevê de ragihandibû ku li Idlibê tenê leşkerekî wan miriye. Lê têkildarî merc û cihê lê hatiye kuştin ti agahî parve nekir.