Lehenî: Yê gule berda min leşkerê Tirk bû
Lehenî: Yê gule berda min leşkerê Tirk bû
Lehenî: Yê gule berda min leşkerê Tirk bû
Kobaniyê bi navê Avdo Saîd Lehenî yê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, diyar kir ku yê gule berdaye wî leşkerê Tirk e û got: “Tirkiye alîkariyê dide DAIŞ’ê. Min jî şer kir. Ez ketim nav pevçûnê. Ez sond dixwim ê gule berdaye min yekî bi kincê leşkerên Tirk bû. Min bi çavên xwe dît.
Di encama êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê de gelek Kobaniyiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Berxwedana YPG-YPJ’ê ev 47 roj e didome. Tevî çekên giran ên DAIŞ’ê YPG-YPJ berxwedana xwe dimeşîne. Yek ji van berxwedêran Avdo Saîd Lehenî yê ji Kobanê ye. Lehenî di pevçûna bi DAIŞ’ê re birîndar bû û derbasî Kobanê cem xizmên xwe bû. Lehenî diyar kir ku li eniya Başûr birîndar bûye û yê li wî xistiye jî kesê unîformayê leşkerên Tirk li xwe kiribûye. Lehenî da zanîn ku di encama gulebarandinê ji çavên xwe birîndar bûye û niha pirsgirêka dîtinê dijî. Lehenî got: “Niha rewşa min baş e. Ez ê dîsa vegerim Kobanê. Rewş û moralê şervanên YPJ-YPJ’ê gelek baş e. Gel şer dike.
TIRKIYE ALÎKARIYÊ DIDE DAIŞ’Ê
Lehenî bi lêv kir ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê û wiha got: “Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Min şer kir. Ketim pevçûnê. Ez sond dixwim ê li min xist leşkerê Tirk bû. Li ser wî cilên leşkerê Tirk hebû.
EM MAFDAR IN
Lehenî da zanîn ku her roj guleyên topan li Kobanê direşin û wiha got: “Kobanê wêran bûye. Em niha nizanin ku balafir li hedefan dixin an na. Em niha bi dûrbînan Kobanê temaşe dikin. DAIŞ ji wir guleyan bi ser me de direşîne. Em mafdar in. Me heta niha jin nerevandin, mirov nekuştin. Me êrîşî cîranê xwe nekir. Bila kes zirarê nede kesî. Ez ji bo çûyîna Kobanê li be rxwe bidim. 10 zarokên min hene, hemû jî biçûk in. Hemû dixwazin vegerin Kobanê.”