Le Monde: Şervanên Rojavayî yên li Efrînê wê heta dawiyê bimînin

Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi pere didome. Rojnameya Le Monde peyama şervanên xwebexş yên welatên Rojavayî derxist pêş yên li Efrînê ku heta dawiyê wê bimînin.

Di nûçeya Allan Kaval a di rojnameya Le Monde de balê dikêşe ser şervanên enternasyonalîst û yên Ewropayî li Efrîn û derdora wê. Di nûçeya bi manşeta  “Xwebexşên Rojavayî wê heta dawiyê li gel hêzên Kurd be” tê bibîrxistin ku heya niha gelek şervanên Fransî, Îtalyan û Brîtanyayî û gelek welatên din yên rojavayî li kêleka hev şer dikin.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku kesên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê beşdarî têkoşînê bûyîn, nêzikatiya îdeolojîk li dijî çeteyên DAIŞ’ê motîvasyoneke cûda ye û şervan di bin gefa dorpêça li ser Efrînê de, nafikirin ku ji Efrînê derbikevin.

Rojnameya Le Monde bi rêya whatsappê bi şervanê Îngîlîz yê bi navê Jamie Janson re hevdîtin kir û Jonson wiha dibêje; “Rewş krîtîk e. Lê çi dibe bila bibe ez, bi rêhevalên xwe yên ku naxwazin rêhevalên me yên Kurd tinê bihêlin, em ê heta dawiyê bimînin.” Janson got ku tevî ku dewleta Tirk xwedî  çek û teknolojiya dawî jî be, hêzên Kurd di şer de bibiryardar in.