Kurkçu: Daxwaza Ocalan a ji bo girtîgehek din tune ye

Kurkçu: Daxwaza Ocalan a ji bo girtîgehek din tune ye

Parlamenterê HDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu der barê veguhastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo girtîgeheke din de got: "Daxwazek a Ocalan bi vî rengî tune ye. Ji ber nebûna ewlekariyê çênabe tiştek wiha pêk bê. Divê kesek di vê mijarê de li gorî dilê xwe tevnegere."

Parlamenterê HDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu li Meclîsê daxuyaniyek li dar xist û bal kişand ku dixwazin bûyerên piştî xwepêşandanên ji bo Kobanê, biavêjin stûyê HDP’ê û, bûyer û pêşketinên rojevê nirxand. Kurkçu di daxuyaniya xwe de zimanê êrîşkar ê Alîkarê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan rexne kir û got: "Axaftinên bi vî rengî destpê dikin, li ser maseya muzakereyan bi dawî nabe. Em naxwazin bi hikûmetê re pev biçin, em dixwazin pêvajoya çareseriyê û aştiyê bi rê ve bibin. "

Kurkçu da zanîn ger di bûyerên civakî de berpirsyariyên wan hebin, ew ê înkar nekin û got: "Divê em dest ji nîqaşan berdin û me xwest meclîs vê yekê lêkolîn bike û ronî bike. Ger berpirsyariyên me hebin ew ê aşkera bibin û em ê ji vê yekê nerevin. Em her tim li pişt gotin û sozên xwe ne. "Kurkçu ragihand ku ji bo bûyerên salên 1990’an, venegerin çi ji destê wan bê ew ê bikin û bang li hikûmetê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne."

Kurkçu der barê veguhastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo girtîgeheke din de got: “Tu daxwazeke me bi vî rengî tune ye. Daxwazeke Ocalan jî bi vî rengî tune ye. Daxwaza başkirina şert û mercên Ocalan hene û ji bo bikare xebatê bimeşîne, daxwazên bi vî rengî hene. Lê daxwazeke wiha tune ye.” Kurkçu wiha berdewam kir: “Ji ber nebûna ewlekariyê çênabe tiştek wiha pêk bê. Divê kesek di vê mijarê de li gorî dilê xwe tevnegere."