Kurdistaniyên li Ewropayê xwe ji bo hilbijartinê amade dikin
Kurdistaniyên li bajarên Bodensee û Munchen ên Elmanyayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîna gel li dar xistin.

BODENSEE
Civîna gel a li bajarê Bodenseeyê duh li komeleya Kurdan pêk hat û bi vî rengî karê ji bo hilbijartinê dest pê kir. Endama Komîsyona HDP'ê ya Ewropayê Fatoş Goksûngûr û Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal jî tevlî civînê bûn. Goksûngûr got, "Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de em neçar in bi ser bikevin. Dema ku em bi ser ket, wê çaxê wê li derb faşîzmê bikeve. Her kes hem divê dengê xwe bide, hem jî malbat û derdora xwe îqna bike ji bo dengê xwe bidin HDP'ê."
Hevşaredarê Pirsûsê yê HDP'yî Orhan Şansal jî destnîşan kir ku bi derbasbûna ji benda hilbijartinê ew ê karibin pêşî li dîktatoriya Erdogan bigirin. Hevşaredar got, "Eger em bi ser bikevin, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê xurt bikin. Em ê careke din nîşan bidin ku em têk neçûne."
MUNCHEN
Kurdistaniyên li bajarê Munchenê dijîn tevî dostên xwe li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîna gel kirin. Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û Parlamentera Amedê ya HDP'yî Nûrsel Aydogan tevlî bû. Aydogan destnîşan kir ku weke HDP'ê hêviya wan ji vê hilbijartinê heye û divê bi baweriya ji serketinê bixebitin.