Kurdistanî ber bi Sefaretxaneya Rûsya ya Zurîh ve dimeşin

Bi sedan kesên ku li Zurîhê kom bûyî, ber bi sefaretxaneya Rusya ve dimeşin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Zurîh û derdora wê dijîn, li dijî qirkirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê kolanan na terikînin.

Bi tevîlbûna kesên sosyalîst-çep û ararşîst ên Siwîsreyî bi sedan kes li pêşiya Parlementa Kantona Zurîh kom bûn, ber bi Sefaretxaneya Rûsya ya Zurîh dest bi meşê kirin. Bi sedan kesên ku li pişt pankarta “Efrîn ne bi tenê ye” kombûyî bi dirûşmên “Her der Efrîn e, her der berxwedan e”, “Dewleta Tirk a dagirker”, “Kujer Erdogan” meşiyan.

Di meşê de bal kişandin ser hevkariya Rûsya û dewleta Tirk, bi awayek lezgîn daxwaz dikin ku Rûsya sahaya xwe ya hewayî ji dewleta Tirk re bigire.

 Di çalekiya polîsan ewlekariyek mezin girtin de Kurdistanî û dostên wan, bang li hêzên navneteweyî dike ku li hemberî dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.