Kurdên li Ewrûpayê ji bo Efrînê daketin qadan

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Efrînê çalakiyên xwe didomînin.

Li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Swîsre û Îngîltereyê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

MUNÎH

Li bajarê Munihê yê Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê, piştgiriya Rûsyayê ya ji bo êrîşên li ser Efrînê, hate protestokirin. Nêzî 200 kes tevlî vê çalakiyê bûn.

FRANKFÛRT

Li Frankfûrtê jî bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê hate destpêkirin û heta Haûpwachê Kurd û dostên wan bi sloganên ‘Erdoganê qatîl’, ‘Merkel fînanse dike, Erdogan jî lê dide’ meşiyan.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya Rêxistina Bajêr a SPD’ê hate lidarxistin. Parlementerên Partiya Çep ên Hambûrgê Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer jî beşdarî meşê bûn.

Meş li pêşiya îstasyona trênê ya Damtorê bi dawî bû.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê hate protestokirin.

Girseyê bi  slogan û dovîzên ku piştgiriya Efrînê dikin, banga bihistyariyê li hikumeta Elmanyayê û raya giştî kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê çalakî hate lidarxistin. Girse li Lûîsenplatzê hatin ba hev û bi sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ meşiyan.

ÛLM

Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê jî çalakî bênavber didomin. Duh jî bi beşdariya 600 kesan mîtîng û meşek hate lidarxistin.

DEEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê jî bi slogana ‘Her der berxwedan e, her der Efrîn e’ platforma piştgiriya Efrînê hate avakirin.

 

VIYANA

Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin.

Dema ku hevdîtinên aştiya Sûriyeyê li avahiya Neteweyên Yekbûyî dihat kirin, girse hat ber avahiyê û êrîşên dagirker protesto kir.

ÎNGÎLTERE

Li bajarê Manchester, Îskoçya, Îrlanda, Bîrmîngham, Brîghton, Readîn û Gallerê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.

 

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo ê Yewnanistanê jî bi beşdariya sedan Kurdistaniyan çalakiyeke protestoyê hate lidarxistin.

TRÎESTE

Li bajarê Trîeste yê Îtalyayê komek Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

CREÎL

Li bajarê Creîl ê Fransayê êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Meş li qada Creîlê hate destpêkirin û heta îstasyona Creîlê domiya.

ZURÎH

Kurdistanî û dostên wan bi rojan e li Zurîhê di nav çalakiyan de ne.

Girse li Zurîch Bahnofstrateyê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

BERN

Kurdistanî û dostên wan li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hatin ba hev û êrîşên li ser Efrînê protesto kirin. Di çalakiyê de slogana ‘Erdoganê qatîl’ hate berzkirin.

STAVANGER

Li bajarê Stavanger ê Norwecê jî ji bo xwedîlêderketina berxwedana Efrînê çalakî hatin lidarxistin. Piştî meşa bi meşaleyî mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li vê derê axivî.