Kurdên li Ewropayê bo Kobanê dengê xwe bilind dikin

Kurdên li Ewropayê bo Kobanê dengê xwe bilind dikin

Li gelek navendên Ewropayê ji bo piştevaniya Kobanê çalakî pêk tên.

PARÎS

Li paytexta Parîs a Fransayê endamên Meclisa Çanda Tev-Çandê bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin û xwedî li Kobanê derketin çalakî pêk anîn.
Endamên meclisê li ber Dêra Notre Dame hatin cem hev û pankarta ‘Bijî berxwedana Kobanê’ cekirin. Her wiha posterên Ocalan û alên PYD’ê hatin hildan. Çalakiyê eleqeyek mezin dît.
Çalakgeran belavokên ku rewşa Kobanê dihat vegotin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.

HANNOVER

Li Hannover a Elmanyayê jî lîstikek şanoyê ya ku sûcên çeteyên DAIŞ’ê vedigot hat nîşandan. Şanoya li ber îstasyona navendî hat lîstin, heta ber seferatxaneya Tirk berdewam kir. di meşê de komkujiyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin. Her wiha hêzên navneteweyî hatin şemezarkirin û banga yekitiyê li gelan hat kirin.
Meşa ku ji aliyê Ciwanên Azad a Hannoverê pêk hat de pankart û dovîzên almanî hatin hildan. Nêzî 500 ciwanî tevli meşê bûn û belavok belavkirin. Meş li ber seferatxaneya Tirk bi mîtîngekê bi dawî bû.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheîmê jî li navenda Marktplatzê jî bo Kobanê kon hat vedan. Çalakî êvarê saet di 18’an de veguherî mîtîngê. Bi sedan kesên tevli mîtîngê bûn peyamên  AGIF, ATIK, ADHF, DIDF û AABF hatin xwendin û piştgiriya xwe anîn ziman. Çalakî saet di 20.00’an de bi dirûşmeyan bi dawî bû.

GRAZ

Li bajarê Graz a Avusturyayê jî bi armanca xwedî derketin li berxwedana Kobanê kon hat vedan û zincîra mirovahiyê hat avakirin.
Kon li qada Andres Hofe Platz jia liyê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ve hat vekirin.Di kon de der barê Kobanê de agahdarî hat kirin.Çalakgeran eleqeyek mezin nîşan da û belavok hatin bevakirin.