Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê agir berdan febrîqe û kargehekê

Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê ragihandin ku li navçeya Înegol a Bûrsayê agir berdan febrîqeyeke mobîlya û kargeheke veguherînê.

Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê diyar kirin ku li Bûrsayê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindana çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê, 10'ê Îlonê li taxa Mahmûdiye ya navçeya Înegolê, febrîqeyeke mobîlsya ya kesekî faşîst ê MHP'yî hate şewitandin.

Hate ragihandin ku 15'ê Îlonê saet di 01:45'an de jî li herêma pîşesaziya organîzeyî ya Suleymaniye ya navçeya Înegolê kargeheke veguherînê hate şewitandin. Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de kepçeyeke, pîkapek jî şewitîn.