"Kurd û Tirk wê HDP'ê bibin meclîsê"

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya Îzol da zanîn ku Erdogan ji bo HDP'ê li derveyî meclîsê bihêle çi ji destê wî tê dike, lê belê wê bi ser nekeve. Îzol got; "Kurd û Tirk wê guh bidin wijdanê xwe û HDP'ê wê bibin meclîsê."

Serokê Federasyona Kurd a Swêdê Keya Îzol anî ziman ku, "AKP û Erdogan ketine tengasiyê, fêm kirin ku wê hilbijartina 2019’an winda bikin, lewre xwest bi hilbijartineke serdest desthilatdariya xwe qahîm bike û bidomîne."

Îzol wiha axivî: "Gel êdî bi gotinên Erdogan naxape. Piştî betalkirina hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an got 'heke hûn piraniyê dengan bidin min, ez ê pirsgirêkên welêt çareser bikim'. Bi teqandina bombeyan, kuştin û çewisandina gel, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de xwe bi ser xist. Dîsa got, 'Di referandumê de dengên erê derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin'. Niha jî dibêje, 'ez pir û balafirgehan çêdikin', 'Ez ê terorê biqedînim'. Li Tirkiye, nijadperestî û şovenîzmek heye, lê gel ne bêaqil e. Haya gel ji van kirinan heye. Dizane ku Erdogan pirsgirêkan hîn kûrtir dike."

Îzol got, "Demeke wiha ku Kurd di bin zext û êrîşên giran de ne, peywirên giring dikevin li ser milê şoreşger û pêşverûyên Tirkiyeyê. Êrîş dibin li ser ziman û hebûna Kurd. Ji bo ku Kurd maf û hiqûqê xwe dixwazin bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Hatine wê rewşê ku êdî nikarin bi zimanê xwe jî biaxivin. Kurdên muhafazakar ên di nava AKP'ê jî ji vê ne rihet in û jê vediqetin. Di rewşeke wiha de peywir dikeve li ser milê şoreşger û pêşverûyên Tirkiyeyê ku li hemberî siyaseta nijadperest û şoven derkevin û rûreş bikin." 

DIVIYA CHP BI HDP’Ê RE TEVBIGERIYA

Îzol wekî din got, "Erdogan, partiyên weke CHP û hwd çewisandin. Gotinên wî yên ku digot 'kî bi HDP’ê re tevbigere, terorîst e' bandor li CHP'ê kir. Lê divê CHP bi awayekî eşkere li kêleka HDP'ê bisekiniya. Tifaqa bi navê ‘Tifaqa  Milî’ jî tifaqeke paşverû û neteweperest e. Lewre nikare pirsgirêkên gel çareser bikin. Divê demokratên di nava CHP’ê de bigotana 'Em ê bi HDP’ê re tifaqê bikin. Ev vebijarka me ye'." 

DIVÊ KURD BI HEV RE TEVBIGERIN

Îzol di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê dengên kurd û derdorên pêşverû encamê diyar bikin. Îzol got, "HDP, di bin êrîşên giran de ye. Piraniya rêveberên wê girtî ne. Di van mercan de wê Kurd û Tirk guh bidin dengê wijdana xwe û HDP’ê bişînin meclîsê. Armanca AKP û Erdogan ew e ku HDP û Kurdan li derveyî meclîsê bihêlin. Heke bikaribin vê bikin, li Tirkiyeyê mafê Kurdan namîne. Dixwazin Kurdan bînin wê rewşê ku nekaribin xwedî li Kurdbûna xwe jî derkevin. Ji bo ev lîstika kirêt bi ser nekeve, divê Kurd di nav xwe de jî yekîtiya xwe pêk bînin. Partiyên kurdan bi HDP’ê re hevdîtinan pêk tînin. Ev li gorî min gaveke gaveke rast e. Giring e ku HDP, bi partiyên biçûk ên Kurd re bikeve hilbijartinê. Hêz û dengê van partiyan zêde nîn e lê belê ji hêla psîkolojîk de tifaqeke wiha wê bandoreke erênî li ser Kurdan çêbike. Heta îro derewa ku 'pirsgirêka PKK'ê çareser be, wê pirsgirêka Kurd jî çareser be' kirin. Dixwazin siyaseta xwe ya li ser tunehesibandina Kurd bidomînin. Lewre hevgirtina Kurdan a navxweyî wê dawî li vê derewa wan bîne."

DIBE KU ERDOGAN SERÎ LI PROVAKASYONAN BIDE

Îzol anî ziman ku; "Hikumeta AKP’ê û Erdogan, bi girtina HDP’yiyan, ji karderxistina muxalîfan û desteserkirina wan dixwaze civakeke tirsê ava bike û girseyan biçewisîne. Lewre Erdogan di vê hilbijartinê de jî mîna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de kirî dibe ku provakasyonan bike. Dibe ku li hemberî sivîlan komkujiyan bike. Divê partiyên siyasî yên Kurd û gelê me li hemberî provakasyonan hay ji xwe hebin."