Kurd di salvegera 94’an a Lozanê de dîsa li qadan bûn

Salvegera 94’an a Peyemana Lozanê ya ku bi Şoreşa Rojava re bê wate bûyî, ji aliyê Kurdistaniyan ve carek din hat protestokirin.

Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kire 4 parçe û weke her salê, sala 94’an ji aliyê Kurdisanî û dostên wan ve bi meşek û mîtîngehê hate protestokirin. Gelek kesên ku li Lozan Rîponne Place hatin ba hev, li Qada Oûchy ya ku li pêşberî cihê ku peyman lê hate morhkirin meşek pêk anîn.

Di meşê de li gel dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Em rê nadin Lozaneke nû” , “Bijî Şoreşa Rojava” û “Ji Kurdistanê re statû” hate qîrkirin, dowîzên “Peymana Lozanê sûcekê yê mirovahiyê ye”, “Kurd di peymana Lozanê de qet nehatin qebûlkirin” û “Êdî Lozan bê wateye” hatin hildan.

Di meşa li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê nerazîbûnên mezin hate nîşandan de, bang li hêzên navneteweyî kirin ku dev ji sûcê mirovahiyê yê ku ev 94 sal in dewam dikin berdin.

‘LOZAN BÊ WATE YE’

Piştî meşê û şûnde, li Qada Oûchyê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de bi daxuyaniyekî Fransî bal hate kişandina ser bandorên Peymana Lozanê ya li ser Kurdan kirî. Di belavoka têde hate diyarkirin ku Peymana Lozanê ya ku bi Şoreşa Rojava re bê wate bûye, daxwaza statûya Kurdistanê hate kirin.

YOSÛF: EM DAWÎ LI ŞAŞTIYA KU EV SED SALE DOM DIKE BÎNIN

Piştî xwendina belavokê û şûnde li ser navê PYD’ê Tenzîla Yosûf mafê axaftinê girt û bibîr xist ku hêzên emperyalîst bi Peymana Lozanê çawa Kurdistan kire parçe, anî ziman ku ti demê heyîna vê peymanê ji aliyê Kurdan ve nehatiye qebûlkirin. Yosûf wiha got: “Îro berxwedana li Rojava tê kirin, hemû planên hêzên emperyalîst vala derxistin.” Yosûf destnîşan kir ku divê êdî dawî li vî sûcê sed sal e tê meşandin bînin.

SAGLAM: OCALAN SEDEMA JIYANA GELÊ KURD E

Piştî Yosûf li ser navê NCDK a Cenevre Salih Saglam mafê axaftinê girt û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang kir ku divê her kes li dorî azadiya Ocalan bibe xelek. Saglam destnîşan kir ku ramanên Ocalan ên beriya 94 salan hemû planên hêzên ku dixwestin Kurdistanê parçe bike vala derxist û got: “Ocalan sedema jiyana gelê Kurd e. Eger ku îro Peymana Lozanê hatiye bêwatekirin, ev bi saya Serok Apo pêk hatiye. Gelê Kurd ti demê sînorê ji bo wî hatiye xêzkirin qebûl nekiriye û qebûl jî nake. Berdêla wê çi dibe bila bibe wê dev ji Ocalan bernedin û wê bi azadiya Rêbertiyê azadiya Kurdistanê ava bikin.”

Mîtîng piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, bi dirûşmên “ Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” bi dawî bû.ç