Kurd-Akadê kongreya xwe pêk anî
Kurd-Akadê kongreya xwe pêk anî
Kurd-Akadê kongreya xwe pêk anî
Tora Akademîsyonên Kurd (Kurd-Akad) di 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî de diyar kir ku divê akademîsyenên kurd di vê pêvajoyê de peywirê xwe bînin cih. Kongreya li bajarê Wuppertal a Almanyaye pêk hat, gelek endam tevli bûn. Serokê Kurd-Akadê Dêrsim Dagdevîren axivî û bal kişand ser rola akademîsyenan a di vê pêvajoyê de û wiha got: “Kongreya me di pêvajoyeke girîng de pêk tê. Em akademîsyenên kurd divê di hişmendiya vê girîngiyê de bin û berpirsyariya ku dikeve ser milê me bînin cih. Ji ber vê jî divê em ji her demê wêdetir bi hestiyar tevbigerin.
Hîndekarê Zanîngeha Erfurtê Dr Lokman Turgut jî bi kurdî û zaravayên wê axaftinek kir. Turgut da zanîn ku kurdî di nava zimanên cîhanê yên ku herî zêde tê axaftin de cih digire.
DIVÊ KURD-AKAD ROLA XWE BILÎZE
Piştî axaftinan dîwana kongreyê hate hilbijartin. Piştî ku faliyetên salane û raporên malî hatin xwendin, xebat hatin nirxandin. Di kongreyê de ji ber Kurd-Akadê peywira xwe di sala borî de neaniye cih hat rexnekirin û hate gotin ku ji berk u di sala pêş de kêmasiyên bi vî rengî neyên jiyîn divê hedefên şênber bên diyar kirin. der barê plansaziya xebata salekê de di kongreyê de gelek biryar hatin girtin û rêveberiya nû jî hat hilbijartin. Rêveberî 4 jê jin bi giştî ji 7 kesan pêk dihat.
Kurd-Akad di 2009’an de ji aliyê komeke xwendekarên nû ji zanîngehê mezun bibûn, li Dortumunda Almanyayê hat avakirin.