Kûbîlay: Dem dema hevdîtina bi Birêz Ocalan re ye

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir, polîtîkayên AKP-MHP'ê bi hilbijartina Stenbolê re têk çûne û ji bo çareseriya demokratîk bal kişand ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ji bo encamên hilbijartinê binirxîne li hev civiya. Di navbera civînê de Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay daxuyanî da çapemeniyê.

Kûbîlay bi bîr xist, piştî hilbijartinên 31'ê Adarê AKP-MHP'ê li metropol û şaredariyên bajarên mezin ên qeyûm lê bi cih kirin têk çûn û got, "Li bajarên Kurdan qeyûm li cihê ji wan hatibûn hatin vegerandin."

Kûbîlay anî ziman ku Ekrem Îmamoglû bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ketiye, bi navê HDP'ê serketin ji wî re xwest û got, "Di nava dubendiya darbe û demokrasiyê de ya ku bi ser ket demokrasî ye. Gel bi dengekî bilind nerazîbûna xwe nîşan da."

Kûbîlay ragihand, di hilbijartinên Stenbolê de bloka desthilatdariyê, zimanê wan ê şer û dijminatiyê, her wiha nêzîkatiyên milîtarîst û polîtîkayên dagirkeriyê têk çûne û got, "Êdî Tirkiye neçar e li polîtîkayeke herêmî û derve ya aştiyane vegere."

Gunay Kûbîlay anî ziman, çi bi pêşniyara Birêz Ocalan a bi nameya xwe ragihand, çi jî bi tifaqa demokrasiyê ya ku HDP pêşniyar dike, zemînê çareseriyê afiriye û got, "Tirkiye neçar e aştiyê biafirîne. Ne bi çek û şîdetê bi rêya danûstandinên demokratîk û asta civakeke hemdem neçar e pirsgirêkan çareser bike. Hilbijartinên Stenbolê derfeteke nû afirandiye. Em projeksiyonekê pêşkêş dikin ku her kes dikare vê derfetê bi kar bîne."

Kûbîlay destnîşan kir, her hevok û gotinên Ocalan ên li Îmraliyê divê ne bi seranserî û ne bi polîtîkayên partiyê, divê bi perspektîfeke dîrokî bê nirxandin û weke firsendekê bên dîtin.

Gunay Kûbîlay got, "Gelê Kurd di hilbijartinên Stenbolê de careke din nîşan da ku mûxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Lewma divê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin, nîqaş pê re bê kirin û di nuqteya optîmûm de rêya çareseriyê bibînin. Divê li gorî feraseta wekhevî û azadîparêziyê ya gelên Tirkiyeyê çareserî bê peydakirin."

Kûbîlay destnîşan kir ku di vê mijarê de wezîfeyeke girîng dikeve ser milê parlamentê û divê tavilê bikeve dewrê.