Koordînatorê Têkoşîna dijî Terorê yê DYE'yê diçe Tirkiyeyê

Koordînatorê Têkoşîna dijî Terorê yê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Nathan Sales wê vê hefteyê biçe Tirkiyeyê.

Der barê roja serdanê de agahî nehate dayin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Sales wê bi hempîşeyên xwe yên Tirk re der barê mijarên; "vegerandina terorîstên biyanî li welatên wan û darizandina wan, ewlekariya sînor, astengkirina liv û tevgera terorîstan, têkoşîna li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), têkoşîna li dijî fînansmana terorîzmê û hewldanên global ên ji bo têkbirina El Qaîde û DAÎŞ'ê."

Di daxuyaniyê de wekî din agahî nehatin dayin. Lê belê Sales dawiya meha Adarê ji servîsa Tirkî ya Dengê Emerîkayê VOA re axivîbû û gotibû, ew dixwazin di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ji niha û pê ve bi Tirkiyeyê re hîn bêhtir hevkariyê bikin.