Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropa civîna xwe lidar xist

Xebatên hilbijartinê yên li Ewropa bi sirûda ‘Em ê bi hev re ser bikevin’ destpê kirin.

Koordînasyona Hilbijartina Ewropayê, li paytexta Belçîka Brûkselê li hev kom bûn. Di civînê de xebatên têkildarî plansaziyên hilbijartina 24’ê Hezîranê bi sirûda “Em ê bi hev re ser bikevin” xebatan bikin.

Civîna bi tevlîbûna nûnerên ji çar aliyên Ewropayê dijîn li hev kom bûn bi rêzgirtinê ve destpê kir. Di civînê de bal hate kişandin ku xebatên têkildarî hilbijartinê amadekarî hatine kirin.Her wiha hate gotin ku popagandayeke ku hemû Elewî, Suryanî, Kurd, Laz, Jin, LGBTÎ , hêzên demokratîk û azadiyê dixwazin digire nava xwe hatiye amadekirin.

Di civînê de hate diyarkirin ku wê bi sirûda “Em ê bi hev re bi ser bikevin” dest bi xebatê bikin.

Di civînê de Hevseroka HDK Ewropa Demîr Çelîk axivî û got: “Em dixwazin di asteke mezin de Ewropa piştgiriyê bide hilbijartinê. Em dixwazin gel biçe ser sindoqan û vîna xwe diyar bike. Em dikin hedef ku ev gel bi baweriyeke mezin biçe ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkeve.

Hevserok KCDK-E Yuksel Koç: Divê gelek aliyên li Ewropayê çi akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar di serî de xwedî mafên dengdayînê ne. Her kesê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye dikare deng bikar bîne. Her dengê winda bibe xizmeta AKP’ê dike.

Hevseroka Aveg-Kon Bîrsel Ocak: Di vê civînê de derket holê ku li Ewropayê em xwedî potansiyelekî bi hêz in. Em amadene ku xebatekî baş bi rê ve bibin. Em bi hêvîne ku em ê bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”

Hevberdevka SYKP Ewropa Dûygû Yildiz: Ttifakên ku AKP-MHP û CHP li gel partiyên din ên kirî ji bo wan li Tirkiyeyê vebijêrkeke azadî, demokrasî û bi hev re jiyînê nîne. Komên din ên ji derveyî van weke, jin , ciwan, Elewî, Çerkez, Laz, Kurd, kesên ji bawerî û civakên cihê û hemû hejaran pêwîstî bi azadî, demokrasiyê heye. Yekane hêza ku li dijî faşîzma Erdogan a dixwaze bi sazî bike HDP ye.

Hat diyarkirin ku xebat wê piştî hilbijartinê jî dom bike.