Koordînasyona Hilbijartina Ewropayê: Bi HDP’ê re em jiyana hevpar ava bikin

Koordînasyona Hilbijartina Ewropayê bal kişand ser hevkariya bi HDP’ê re ya li dijî rejîma AKP-MHP’ê. Koordînasyonê banga bihêzkirina xebatan li gelan kir.

Koordînasyona Hilbijartina Ewropa îro tekîldarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha dest pê dike; “Rawestandina dîktaroriya Erdogan û bloka faşîst ya AKP-MHP’ê ku bûye belaya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Bi çûyina HDP’ê  ya li meclîsê pêşiya vî tiştî dikare were girtin.”

Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn;

‘JI BO JIYANA AZAD Û WEKHEV...’

“Kesên ku nikarin bi şêweyek azad fikrên xwe, baweriya xwe nasnameya xwe, tiştên dihizirin nikarin binivîsin, îro li welatê me kesên ku ji aliyê dîktatoriyê ve hatine mexdûrkirin dikarin bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê re vê rewşê biguherînin û sererast bikin. Eger em gavên pêwîst neavêjin wê desthilatdariya heyî bi sîstema înkar, qetilker û zextan hebûna xwe ji nû ve ava bike. Ji bo vê jî divê hemû parêzvanên wekhevî, demokrasiyê dengê xwe bidin HDP’ê û rêzdar Demîrtaş. Divê kesên din bidin bawerkirin û bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.”

‘YEK BI YEK HEVDÎTINAN EM BIKIN’

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo bihêzkirina tempoya xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê divê yek bi yek  bi hilbijêran re hevdîtin bê kirin û serdana hilbijêran were kirin. Daxuyanî wiha didome; “Divê li serdana hemû şexsiyetên bandor, rûsipiyên baweriyan, li herêman were kirin û tevlî xebatan bê kirin”

‘KURDÊN AKP’YÎ, HILBIJÊRÊN DEMOKRAT NE RAZÎ NE’

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Kurdên berê dengê xwe dane AKP’ê, Misilmanên demokrat li dijî desthilatdariyê ne razî ne û ev beş wê berê xwe bidin HDP’ê.

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku hêrsa gel ya li  dijî komkujiyan wê di sindoqan de were dîtin û wiha hate gotin; “Em bi hev re kar bikin, bi hev re bi ser bikevin.”