Konsolosê DYA Espinoza ÎHD ziyaret kir
Konsolosê DYA Espinoza ÎHD ziyaret kir
Konsolosê DYA Espinoza ÎHD ziyaret kir
Konsolosê DYA yê li Edeneyê John L. Espinoza, Şaxa ÎHD yê Amedê ziyaret kir.
Konsolosê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) John L. Espinoza, Şaxa ÎHD'ê yê Amedê ziyaret kir. Espinoza ji aliyê Serokê şaxê Racî Bîlîcî, Sekreterê şaxê Abdulselam Înceogren, endamên Desteya Rêveber Muhterem Suren û Gulîstan Yalçindag Gencel ve hat pêşwazîkirin. Di serdana ku li ser rewşa li Kobanê û herêmê hat axaftin de Espinoza diyar kir ku weke DYA bi hêzên din ên koalîsyonê re alîkariya wan a ji bo Kobanê wê dewam bike.
Bîlîcî jî bal kişand ser şîdeta hêzên ewlekariyê yên di destwerdana li xwepeşandanên ji bo Kobanê de hatin lidarxistin û destnîşan kir ku li şûna kêmkirina tansiyonê, rayedarên hikûmetê bi daxuyaniyên xwe re rê li ber mezinbûna bûyeran vekirine.
Bîlîcî da zanîn ku li Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan her dewamin û anî ziman ku bûyerên binçavkirin, girtin û îşkenceyê zêde bûne. Bîlîcî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ragihand ku 228 jê giran 578 girtiyên nexweş ji bo karibin xwe li jiyanê bigirin li xwe didin û tevî vê jî nayên berdan, nayên dermankirin.
Bîlîcî der barê rewşa Kobanê de agahî da Espinoza û destnîşan kir ku hikûmet bi xemsarî nêzî daxwaza ji bo vekirina rêyên alîkariya însanî dibe.
Espinoza diyar kir ku ew rewşa herêmê û ya Kobanê ji nêz ve dişopînin û anî ziman ku li dijî gefa DAIŞ'ê weke DYA bi hêzên din ên koalîsyonê re alîkariya wan a ji bo Kobanê wê dewam bike