Kongreya NCDK-Marîgnane pêk hat

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Marîgnane yê Fransayê, kongreya xwe pêk anî.

Kongreya ku 150 delege lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî diyarkirina dîwanê, delegeyan dest bi nirxandina rewşa siyasî kirin. Siyasetmedarê Kurd Mûrat Ceylan li vir axivî û destnîşan kir, di vê pêvajoyê de siyaseta herî serketî ji aliyê Kurdan ve tê meşandin. Ceylan diyar kir, Kurdan bi saya xeta tevgera azadiyê, destketiyên mezin bi dest xistine.

Ceylan anî ziman, êdî cîhanê ev rastî qebûl kiriye û got, "Êrîşên faşîst jî ji ber vê yekê tên kirin."

Piştî nirxandina raporan, di kongreyê de hilbijartin hat kirin.

Yasemîn Danişman û Ercan Emekçî weke hevserok hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" qediya.