Kongreya 9. a PAJK'ê pêk hat

Kongreya 9. a PAJK'ê pêk hat

PAJK'ê kongreya xwe ya 9. lidar xist. Hat ragihandin ku di kongreyê de, esasên taktîkî û stratejîk ên pêkanîna şoreşa azadiya jinê li Rojhilata Navîn hatine diyarkirin û hat destnîşankirin, ku azadiya Ocalan weke rojeva bingehîn hatiye nirxandin. 

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kongreya 9. hatiye lidarxistin. Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, ku kongre di demeke krîtîk a pêşketinên dîrokî rû didin de, bi beşdariya pêkhateyeke têr a delegeyên ji Kurdistan û derveyî welat, pêk hatiye û got, "Kongreya me, di serî de Kobanê, Rojava û Şengalê, di têkoşîna li dijî hovîtiya serdestiya mêr a faşîst-paşverû û êrîşên qirkirinê de, bûye kongreya biryardar û serketinê. Kongreya me, ku di kesayetiya Arîn Mîrxan de ruhê berxwedanê mora xwe lê xist, mîna li Kobanê bi dilsoziya bi rastiya gel ê şer dike re, li ser bingeha xeta Kurdistana Azad û Demokratîk a Rêbertiyê, esasên taktîkî û stratejîk ên pêkanîna şoreşa azadiya jinê li Rojhilata Navîn diyar kiriye. Rojevên çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, avakirin û parastina neteweya demokratîk bi berfirehî hatine nirxandin û ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê û gelê, bûyer kongreya birdariyeke mezin."

ŞENGALÎ HATIN BIBÎRANÎN

PAJK'ê got, "Endamên kongreya me di serî de li Rêbertiya me li tevahiya jinan, gelê Kurd ê li ber xwe dide û gelên Rojhilata Navîn pîroz be" û ragihand ku kongre diyarî cangoriyên Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, jin, mêr, zarok, extiyar tevahiya civaka Şengalê hatine bîranîn û hemû hêzên ev hovîtîkirine hatiye şermezarkirin.

AZADIYA OCALAN

PAJK'ê diyar kir ku di kongreyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojeva bingehîn hatiye nirxandin û di vê çarçoveyê de pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hatine nirxandin û got, "Kongreya me ku rastiya 'azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye' esas girt, destnîşan kir ku yekane rêya derketina ji kaos, krîz û şerê navxweyî yê li Rojhilata Navîn jîndarkirina paradîgmaya Rêbertiyê, ji holê rakirina sîstema zilmê ya Îmraliyê ye û li gorî vê rastiyê polîtîkayên çareseriya pirsgirêka azadiya jinê û pirsgirêka Kurd diyar kiriye. Avakirina jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane ya li Rojhilata Navîn, ancax bi azadiya Rêber Apo û sîstema konfederal a demokratîk a li ser bingeha nexşeya rê ya wî pêşkêş kiriye dibe."

PAJK'ê ragihand ku kongreyê, şîdeta li hemberî jinê, pêkanîn û polîtîkayên civakî-aborî-çandî yên zayendîparêz, polîtîkayên qirkirina jinê yên netewe-dewletan û faşîzma reş a bi navê DAIŞ'ê di nav tevgerê de ye hatiye nirxandin û destnîşan kir ku nasnameya jinên Kurd a bi ruh û felsefeya Apoyî bûye xwedî vîn, li Rojhilata Navîn veguheriye kulîlkvedana azadiyê û ji tevahiya cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê. PAJK'ê got, "Kongreya me ya 9. banga tevlîbûna aktîf a têkoşînê li hemû jinan kiriye, li dijî hovîtî, êrîşên qirkirina fîzîkî û çandî yên mêr biryar daye têkoşîna îdeolojîk bilind bike, têkoşîna siyasî qezenç bike, rêxisitnbûyînê kûr bike û parastina cewherî xurt bike."

HAT XWESTIN KU MERCÊN MUZAKEREYÊ BICIH WERIN ANÎN, AKP HAT HIŞYARKIRIN

Der barê biryarên hatin stendin de jî ev agahî hat dayîn:

"Ji bo di asta herî bilind de xwedî li berxwedana Kobanê were derketin, şoreşa Rojava bê mayîndekirin, birînên Şengalê werin pêçandin û gelê me yê Mexmûrê li warên xwe vegere, têkoşîna siyasî were xurtkirin û rê li ber bicihanîna şertên muzakereyê yên di pêvajoya diyaloga bi Rêbertiyê de, were vekirin. Hikûmeta AKP'e, di mijara mijûlkirin, xapandin û polîtîkayên li gorî hesabên hilbijartinê de, hatiye hişyarkirin. Ji bo parastina gelê me, hemû bawerî û nasnameyên cuda biryara 'Seferberiya Neteweyî' wergirtiye û jib o têkoşîna berxwedana neteweyî li ser bingeha yekîtiya neteweyî were meşandin, biryar hatiye dayîn ku PAJK berpirsyariyên xwe yên pêşengiyê bicih bîne.

PAJK'ê da xuyakirin ku kongreya wan, hikûmeta Fransayê ji ber ku hînê komkujiya Parîsê ronî nekiriye, şermezar kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Kongreya me, di pêvajoyên civakî de ji bo bersiv ji lêgerîn û raperînên azadiyê yên jinan û hemû gelên bi dest were were dayîn, sîstema xwe ya rêxistinbûyînê di ber çavan re derbas kiriye û li hemû parçeyên Kurdistanê, derveyî welat û li Rojhilata Navîn biryara ji nû ve rêxistinbûyînê daye. Ji bo vê jî, xebatên jineolojiyê, weke xebateke girîng a zanistî di çareseriya pirsgirêkên civakî de nirxandiye.

Kongreya me di heman demê de, di serî de gerîlayên jin ên li deverên cuda yên cîhanê têdikoş in hemû jinên berxwedêr û şoreşger silav kiriye, ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya jinê ku pirsgirêka herî giran a hemû pirsgirêkan e, biryar daye ku sazî, çand, sînorên mezhebî, olî, siyasî û neteweyî yên ji aliyê sîstema mêr ve hatine xêzkirin di mejî û pratîkê de ji holê bên rakirin û bi yekgirtin, bedewî, afirandina azadiyê, parêzvanî û mejiyê aştiyane yê jinê re biryar daye ku stratejiyeke hevpar a têkoşînê ava bike û bixe meriyetê."