KONGRA GEL: Em berxwedanê geş bikin, xwedî li grevên birçîbûnê derkevin

KONGRA GEL bang kir, ku li her cihî berxwedan bê geşkirin û xwedî li çalakgerên grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdoveger were derketin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEl, li ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KONGRA GEL diyar kir, di çarçoveya plana têkbirinê ya tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî de, ku li dijî gelên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê tê meşandin, li zindanan jî li dijî girtiyên azadiyê zexteke ji pêkanînên faşîzma 12'ê Îlonê girantir tê kirin û mafên mirovan tên binpêkirin.

'DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN GELÊN KURDISTANÊ Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ NE'

Di dewama daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL de hat gotin, "Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, şerê topyekûn ê li hemberî gelên me û zilma li zindanan, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a di 15'ê Sibatê de li girtîgeha Îzmîr-Alîaga-Şakranê jia liyê girtiyên azadiyê ve hat destpêkirin, li Enqere-Sîncanê û hemû zindanên din belav bû. Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Şakranê, di roja 52. de ye. Çalakgerên greva birçîbûnê ketine qonaxeke xetere.

Berxwedana zindanan, ku bi pêşengiya heval Mazlûm, Çaran, Hayrî, Kemal, Akîf û Alî Çîçek di salên 80'î de dest pê kir, di nava têkoşîna azadiyê de rê li ber pêşketinên dîrokî vekiriye. Niha jî, li dijî komkujî û zilma ku dewlet li her qadê li dijî gelê me dike, berxwedana li zindanan vê kevneşopiyê didomîne.

Berxwedêrên zindanan dixwazin; tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin, dest ji konsepta şer bê berdan, ji bo çareseriyê bi Rêber Apo re li dora maseyê rûnên û dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan were anîn.

Ev daxwaz di heman demê de daxwazên hevpar ên gelên Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê ekê, divê her kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin li pişt van daxwazan bin, ji bo destekê bidin berxwedêrên zindanan li her qadê konan vedin, bikevin grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê lidar bixin û bi van çalakiyên xwe yên cihê reng dengê berxwedêrên zindanan bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Hemû gelên me yên li Ewropa, Awûstralya, Kanada, Amerîka, Federasyona Rûsya, Japonya û li herêmên din ên cîhanê dijîn, divê bepirsyariya xwe ya exlaqî û însanî ya li pêşberî berxwedêrên zindanan bi rengekî herî bi bandor bi cih bînin.

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE DIDIN'

Pêwîste neyê jibîrkirin; Ew li zindanan bi rîska li ser bedena xwe, li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Em weke mirovên li derve divê hê bi berprisyarî rabin. Bi geşkirina berxwedanê re em dikarin faşîzmê têk bibin. Pêwîste em bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' li her cihî berxwedanê geş bikin û xwedî li hevrêyên xwe yên di grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger de ne, derkevin."