Kongra-Gel: Dayika Gulîzar li dijî zilm û polîtîkaya sirgûnê serî netewand
Kongra-Gel: Dayika Gulîzar li dijî zilm û polîtîkaya sirgûnê serî netewand
Kongra-Gel: Dayika Gulîzar li dijî zilm û polîtîkaya sirgûnê serî netewand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a Kongra Gel di peyama sersaxiyê ya ji bo Gulîzar Kaytan de got, "Li hemberî polîtîkayên sirgûnê û zilma dewletê ti carî serî netewand. Ji dayikên me yên di her astê de bi têkoşîna zarokên xwe bûn ye, bû pêşeng. Weke dayikeke rûken a di mewziyên têkoşînê de di hiş û mejiyê gelê me de cih girt."
Hevserokatiya Kongra Gel got, "Ji ber windakirina dayika me ya rêzdar Gulîzar Kaytan em gelekî xemgînin. Di serî de malbata wê ya rêzdar em dibêjin bila serê tevahiya gelê me sax be" û destnîşan kir ku barê herî giran ê madî û manewî yê malbatên endamên têkoşîna azadiyê, herî zêde dayik hildigirin.
Hevserokatiya Kongra Gel got, "Dayika Gulîzar mînaka herî şênber a vê bû" û diyar kir ku wê li hemberî zilma dewletê û polîtîkayên sirgûnê serî netewand.
Em weke zarokan wan, deyndarê wan dayikan in. Em careke din soz dikin ku em ê welatekî azad û jiyaneke azad û demokratîk biafirînin ku ti carî lê rastî cihêkariyê neyên û zarokên wan tê de bi awayekî azad û aram bijîn. Ancax bi vî rengî em dikarin deynê ewladiyê bidin.
Em ji gelê xwe, malbata wê û bi hezaran ewladên wê yên di nava têkoşînê de ne, sersaxiyê dixwazin."