Konferansa qirkirin, edalet û rû bi rû bûnê
Konferansa qirkirin, edalet û rû bi rû bûnê
Konferansa qirkirin, edalet û rû bi rû bûnê
ABDEM, konferansek bi mijara qirkirin, edalet û rû bi rû bûnê lidar dixe. Konferansa bi sernavê "Ji 1915'an heta Şengalê ji Qirkirina re Na" li Zanîngeha Kolnê di 6-7'ê Kanûnê de tê lidarxistin.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (AMDEM) di 6-7'ê Kanûnê de li bajarê Elmanya Kolnê konferansa qirkirin, edalet û rû bi rû bûnê lidar dixe. Konferansa bi sernavê "Ji 1915'an heta Şengalê ji Qirkirina re Na", wê di 6'e Kanûnê roja Şemiyê saet di 09:30 de, bi bernameya muzîkal û axaftina vekirinê ya Mahmût Şakar destpê bike.
Rûniştina destpêkê ya konferansê bi sernavê "dîrok û heqîqet" e. Di vê rûniştina bi moderatoriya Dîcle Akar de, Ara Sarafîan wê der heqê Qirkirina Ermeniyan, Gabrîele Yonan jî der barê Qirkirina Suryaniyan de pêşkêşiyê bikin.
Rûniştina duyemîn a bi sernavê "dîrok û heqîqetê' jî wê bi moderatorya Ayfer Ber bê lidarxistin û Mehmet Bayrak, li ser qirkirinên çandî yên Dêrsim, Mereş, Sêwas û Elewî de pêşkêşiyê bike. Pêşkêşiya li ser mijara Qirkirina Êzidiyan jî wê ji aliyê Aslan Kizilhan ve were kirin.
Di rûniştina piştî nîvro ya konferansê de wê mijara "Jin û qirkirin" bê nirxandin. Bi moderatoriya Rojda Yildirim, wê Ronak Şivanî û Gulçîçek Gunel pêşkêşiyê bikin.
Rûniştina 4. a konferansê wê bi sernavê "Qirkirin, neteweperestî û netewe dewlet" were lidarxistin. Di vê rûniştina bi moderatoriya Metîn Ayçîçek de wê Prof. Dr. Mîhran Dagba, Faîk Ozgur Erol û Selîm Firat biaxivin.
Sernavê rûniştina 5. jî "Weke ezmûna jiyana alternatîf Rojava" ye. Bi rêvebirina Yaşar Ertaş, wê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mûstafa di vê rûniştinê de pêşkêşiyê bikin.
Di 7'ê Kanûnê roja Yekşemê de jî wê bi rûniştina destpêkê re "Rû bi rû bûn û ezmûnên cîhanê" were nirxandin. Bi moderatoriya Vîrgînîe Dusen, wê Prof. Dr. Elman G.M. Weîtekamp, Ragip Zarakolû, Ozgur Sevgî Goral û Chrîstîne Marîneaû biaxivin.
Di rûniştina dawî ya konferansê de jî wê "Em li ku dera rû bi rû bûnê ne? Em dikarin çi bikin? Nêzîkatiya pêkhateyên ABDEM'ê li qirkirin û pêvajoya rû bi rû bûnê" were nirxandin. Di vê rûniştina bi moderatoriya Ayşe Yûmlî Yeter de wê nûnerê Nor Zartonk, AABK, KCD-E, AvEG-Kon, DÎDF û Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê biaxivin.
Bi nîqaş û danezana encamê re wê konferans bi dawî bibe.