Konferansa Kurdan a li DYA’yê destpê kir
Konferansa Kurdan a li DYA’yê destpê kir
Konferansa Kurdan a li DYA’yê destpê kir
Konferansa Kurdan ku li paytexta DYA’yê Wanshingtonê tê lidarxistin dest pê kir. Konferans, li Notional Press Clupê, bi sernavên “Li Rojhilata Navîn Realîstiya Kurdan: Rîsk, Bendewarî û Firsend” tê lidarxistin. Di beşa yekemîn a konferansê de rewş û dahatûya kêmarên olî yên li Başûrê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Konferansa Kurdan a ku duyem car e li Amerîkayê tê lidarxistin, li paytext Washingtonê dest pê kir. Di beşa yekem a konferansê de rewş û dahatûya kêmarên olî yên Êzidî û Xirîstiyanan ên li Başûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Nunerê HDP’ê yê Washingtonê Mehmet Yuksel ve hate kirin û profesorê Kurd Kirmanj Gundî yê Zanîngeha Tennese State jî moderatoriya konferansê kir. Di rûniştina yekem a konfransê de her yek ji Rêveberê Nîvîsgeha Herêma Kurdistanê ya Washingtonê Karwan Zêbarî, Rêveberê Êzidî Center Dakhil Shammo Elias û ji Yekitiya Sûryaniyên Amerîkayê Abraham Miskî-Sahdo axaftinek kirin.
Di konferansê de hate destnîşankirin ku Êzidî di dirêjahiya dîrokê de li rastî gef û êrîşên dijwar hatine û hate bibîrxistin ku bi êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan fermana 74’emîn ya li ser Êzidiyan pêk hat. Ji Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê Karwan Zêbarî bal kişand ser rewşa gelên Êzidî û Xirîstiyan ên ku li rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin û bi bîr xist ku pêwîstî bi piştgiriyê heye.
Jinek ji Êzîdiyên Ermenîstanê jî behsa trajediya Êzidiyan kir û di ber axaftinê re hesirên çavên wê herikîn.
Di beşa pirs û bersivan a konferansê de hate pirsîn ka di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan de îhmala pêşmergeyan heye an na. Moderatorê konferansê Kirmanj Gund wiha axifî: “Çawa çêbû ka PDK’ê jin û zarok li Şengalê hiştin û vekişiyan? Divê em vê yekê bipirsin. Binêrin YPG’ê beriya êrîşên DAIŞ’ê jin û zarokan tehliye kir. Diviyabû PDK’ê jî heman tiştê bikiriba.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi video-konferansê beşdarî konferansê bû. Hate diyarkirin ku dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di konferansê de axaftinek bike.