Konferansa Kurd a PE: Divê ji Kurdan re xweserî bê dayîn

Konferansa Kurd a PE: Divê ji Kurdan re xweserî bê dayîn

Profesorê Mafên Mirovan Davîd L. Phîllîps di axaftina xwe ya li Konferansa Kurd a PE de xwest, di nava referoma destûra bingehînî de erka xweseriyê bê dayîn. Phîllîps got, "Divê ev yek weke îmtiyaz neyê dîtin, were ewlekirin" û pêşniyar kir ku hêzên ewlekariyê yên herêmî bên avakirin.

10. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya bi sernavê "Kurd, Tirkiye û pêvajoya aştiyê ya Îmraliyê: Firsendeke dîrokî" ya li Parlamenta Ewropayê (PE) dewam dike.

Di rûniştina destpêkê ya îro de ji Enstîtuya Lêkolînên Mafên Mirovan a Zanîngeha Colûmbîa ya DYA mudurê bernameya maf û avakirina aştiyê Prof. Davîd L. Phîllîps axivî û diyar kir ku agirbesta ji aliyê Ocalan ve di Adara 2013'an de hat îlankirin û vekişîna gerîla firsendeke dîrokî ye, lê belê hikûmetê ev firsend baş bikar neaniye.

Yek ji şêwirmendên payebilind ên berê yên Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Karên Derve ya DYA Phîllîps beriya "Vebûna Kurd" a sala 2007'an bi rapora xwe ya li ser mijara PKK'ê ketibû rojevê.

PHÎLLÎPS: PAKÊTA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ HEQARET LI KURDAN E

Phîllîp da xuyakirin ku dewleta Tirk bi awayekî rast daxwazên Kurdan qebûl nekiriye û got, "Birêz Erdogan di 30'ê Îlonê de pakêteke demokratîkbûyînê pêşkêş kir. Ev pakêta qaşo demokratîkbûyînê, mafên mirovan ewçend dorteng dike ku mirov nikarin behsa demokratîkbûyînê bikin. Bi dîtina min ev pakêt heqaretek li Kurdan e. Mafên ji Kurdan re hatine dayîn bi dîtina min ne mafên girîng in. Mafên gelê Kurd dixwaze, ji aliyê Erdogan ve nayê qebûlkirin. Di nava destûra bingehîn de îbareyên nasnameya etnîkî naguherin. Erdogan di vê mijarê de gelekî binketî ye. Sozên xwe yên ji bo serbestberdana aktîvîstên Kurd ên di navbera salên 2009-2011'an de hatine girtin, bicih nîne."

Phîllîps da zanîn ku di hin madeyên TMK û TCK de ti guhertin nehatien kirin û got, "Heta ku ev reform neyên kirin kes nikare behsa demokratîkbûyîna Tirkiyê bikin."

Phîllîps destnîşan kir ku reforma destûra bingehînî pêşşertekî aştî û aramiyê ye û got, "Divê ji ezmûnên welatên ku pêvajoyên şer bihurandine û reformên destûra bingehînî pêk anîne, sûd were girtin."

DIVÊ XWESERÎ BÊ DAYÎN

Phîllîp da xuyakirin ku divê erkek zêde ji hin herêman re bê dayîn û got, "Ya rast, divê di reforma destûra bingehînî de erka xweseriyê cih bigire."

Phîllîps got, "Xebatên xweseriyê di rêya serweriyê de gelekî kêrhatî ye. Divê ji saziyên herêmî re mafê xweseriyê bê dayîn. Di asta herêmî de navgînên qanûndanîn, rêvebirin û dadgeriyê dikarin werin avakirin. Hêzên ewlekariyê yên herêmî jî dikarin werin avakirin. Bi dîtina min pêkhatina van gelekî girîng e."

Phîllîps her wiha bal kişand ser girîngiya xweseriya aborî û çandî û got, "Perwerde, perwerdeya bi zimanê hindikahiyan li dibistanan, di saziyên herêmî yên cemaweriyê de bikaranîna zimanên herêmî, di çapemenî û medyayê de weşana bi zimanê herêmî. Di van mijaran de xweseriya çandî girîng e."

Phîllîps ragihand ku divê ev hemû maf weke îmtiyazê neyê dîtin, divê werin ewlekirin û got, "Erdogan bi nêzîkatiyeke asîmetrîk re, dikare hîn bêtir erkê bide başûrrojhilatê Tirkiyê."

DIVÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ YÊN HERÊMÎ BÊN AVAKIRIN

Phîllîps ragihand ku divê Tirkiye li ser avakirina aştiyê raweste û got, "Bêçekbûyîn bernameyeke gelekî berfireh e (...) Çek dê ji aliyên şer dikin were girtin û kesên şer kirine dikarin ji nû ve beşdarî hêzên ewlekariyê yên herêmî bibin." Phîllîps bi vî rengî avakirina hêzên ewlekariya herêmî pêşniyar kir.

PÊWISTÎ BI BEŞDARIYA ALIYEKÎ SÊYEMÎN HEYE

Phîllîps bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Îmraliyê û got, "Di pêvajoya aştiyê ya li Îmraliyê de pêwistî bi nêzîkatiyeke gelekî cuda heye. Pêkhatina aştiyê ancax bi rêya navbeynkar û aliyê sêyemîn dibe."

Phîllîps ragihand ku bi dîtina wî Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî jî dikare roleke cidî bileyze û ev bang li Yekitiya Ewropayê kir: "Bi dîtina min derxistina PKK'ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê dê ji bo hemû aliyan gelekî baş be. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin. Bi vî rengî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê dê zindî bibe."

Phîllîps diyar kir ku ev yek wê ji bo Sûriyê jî erênî be û bal kişand ser xebatên PYD'ê yên li Sûriyê. Phîllîps xwest ji PYD'ê re fînansmana navneteweyî bê dayîn.