Komuna Enternasyonalîst a Rojava Andok Cotkar bi bîr anî
Komuna Enternasyonalîst a Rojava şervanê YPG’ê yê Elman Andok Cotkar (Konstantin) bi bîr anî û got ku “Di dema berxwedanê de wê bi giyanê xwe li ba me be.”
Komuna Enternasyonalîst a Rojava şervanê YPG’ê yê Elman Andok Cotkar (Konstantin) bi bîr anî û got ku “Di dema berxwedanê de wê bi giyanê xwe li ba me be.”
Komuna Enternasyonalîst a Rojava îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û Andok Cotkar (Konstrantin) bi bîr anî yê ku di 16’ê Cotmehê de şehîd bûbû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Andok Cotkar (Konstantin) ê ji bajarê Kîelê yê Bakurê Elmanyayê di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de li Serêkaniyê şehîd bûye.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Andok ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê tevlî nav YPG’ê bûye û li eniyên Minbîc, Cerablûs û Reqayê şer kiriye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Andok Cotkar piştî birîndar bû, vegeriyaye malê lê piştre dîsa hat Kurdistanê û li Şengalê tevlî nav yekîneyên berxwedanê yên YBŞ’ê bûye.
Komuna Enternasyonalîst a Rojava got ku, “Heval Konstatîn Andok wê bi dil û giyanê xwe her dem di têkoşîna me de bijî. Em ê têkoşîna te bidomînin. Ew ê nikaribin lêgerîna azadî û edaletê bidin sekinandin.”