Komkujiya li Geverê li Amed û Kerboranê hat protestokirin

Komkujiya li Geverê li Amed û Kerboranê hat protestokirin

Qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, îro li Kurdistan û Tirkiyê tê protestokirin.

Dikandarên Amedê îro derabeyên xwe venekirin, li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî ciwanan duh çalakiyeke protestoyî lidar xistin.

Êrîşa polîsên Tirk a li navçeya Colemêrg Geverê, ku di encamê de Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr di encama fîşeka polîsan de jiyana xwe ji dest dan û di merasîma cenaze de jî kesek birîndar bû, li Amedê tê protestokirin.

Li navçeya Amed Bagalrê, tevî taxên Ofîs, Şehîtlîk û Fîskaya li gelek taxan dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî, bi armanca şermezarkirina komkujiyê ciwanan çalakiyek lidar xistin. Çalakiya li vê derê jî rastî êrîşa polîsan hat û pevçûn heta derengiya şevê dewam kir.

Ciwanên ku li taxa Micirsafa ya navçeya Kerboranê daketin kolanan, qetilkirina du welatiyan ji aliyê polîsan ve li Geverê, protesto kirin. Meşa ciwanan a li vê derê jî rastî êrîşa oplîsan hat. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Dûre jî pevçûn derket.

Di dema pevçûnan de polîsên Tirk fîşekên rastî bikar anîn û êrîşî ciwanan kirin. Piştî demeke kurt li gelek taxên bajêr ciwan daketin kolanan. Bombeyên gazê yên polîsan her wiha bandoreke giran li şêniyên taxan kirin.

Ciwanê ku li dijî polîsan li ber xwe didan timî dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan", "Dewleta Faşîst dê hesab bide" qîriyan. Li dû pevçûnan gelek maşînên zirxî yên TOMA û bi tîpa Akrep li Kerboranê hatin bicihkirin. Li kolanan ciwan bi polîsan re pevçûn, şêniyên navçeyê yên li mal jî bi dirûşman piştgirî dan ciwanan.

Ciwanan piştre rêya sereke ya Kerboran-Mîdyatê bi pêxistina lastîkan li trafîkê girtin. Di encama bûyeran de navçe veguherî qada şer, pevçûn heta derengiya şevê dewam kir. Polîs û tîmên taybet rêyên ketin û derketina ji navçeyê heta ber destê sibê li trafîkê girtin.