Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cara pêşîn li hev rûnişt

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî de cara pêşîn li Cenevreyê li hev rûnişt. Di komîteyê de 150 nûner hene. Nûnerê rejîmê diyar kir ku ew ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî de cara pêşîn li Cenevreyê li hev rûnişt. Di komîteyê de li ser navê hikumeta Şamê 50 kes, li ser navê komên ku qaşo mûxalif in 50 kes û 50 kesên ji saziyên civaka sivîl hene.

PEDERSEN: WÊ YEKPARETIYA AXÊ BIBE ESAS

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Geîd Pedersen di civîna çapemeniyê de got ku “Endamên rejîm û mûxalefetê îro cara pêşîn li ba hev rûdinên. Ev kêlîkeke dîrokî ye.”

Pedersen diyar kir ku 50 kes li ser navê saziyên civakî yên sivîl û pisporên destûra bingehîn jî amade ne û ev kes wê di nîqaşên li ser destûra bingehîn de çalak bin.

Pedersen got ku “Wê prensîbên bingehên ên vê xebatê, yekîtiya Sûriyeyê, yekparetiya axa wê û serweriya wê be.”

Pedersen diyar kir ku destûra bingehîn a ku li vê derê wê were nivîsan divê ji bo pesendekirinê pêşkêşî gelên Sûriyeyê were kirin.

Pedersen diyar kir ku xebatên komîteya destûra bingehîn bi tena serê xwe wê nikaribe krîza li Sûriyeyê çareser bike û divê xebatên di vî warî de bidomin.

NÛNERÊN REJÎMÊ DAGIRKERÎ BIBÎR XIST

Piştî Pedersen li ser navê heyeta 50 kesî ya rejîmê Ahmed El Kuzbarî jî ev got: “Em hemû hevdîtinên ku rê li ber nîqaşên serwerî, yekparebûna xaka Sûriye û serbixwebûna wê vedike red dikin. Tenê gelê Sûriyeyê dikare li ser siberoja xwe biryar bide. Di xebatên komîteya nîqaşên Destûra Bingehîn de bi ti awayî mudaxeleyek ji derve qebûl nakin.

El Kûzbarî êrîşên ‘dagirkerî’ û ‘terorîst’ ên li ser xaka Sûriyeyê jî bibîr xist û got: “Têkoşîna me ya bi terorê re heta santîmeke xaka Sûriyeyê meye azad bikin wê bidome. Em rê nadin ti hêzek weke dagirker li ser xaka me bimîne.”

Piştî nûnerê rejîmê û şûnde li ser navê komên ku hêzên herêmî destek dikin Hadî el Bahra jî şerê ku 8 sal in dewam dike bibîr xist.

EV ‘MUXALÎF’ KÎ NE?

El Bahra diyar kir ku komên muxalîf ji bo siberoja Sûriyeyê amadene ku rol bilîzin, ji bo wan gotûbêjkirina li ser Destûra Bingehîn girîng e.

Li ser mijara ku Muxalîfan tiştekî zelal tine. Ji derveyî komên çete yên dewleta Tirk destek dike, li qadê komên ku bandora wan hene tine. Komên ku dewleta Tirk destekê dide wan sûcên şer dikin û rêxistinên ji sûc pêk tê ne.

Kurd ji bo civîna Cenevreyê nehatine vexwendin. Rejîma Sûriyeyê di civînê de destê wê bi hêz e.

Piştî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê û şûnde Komîteya ji 150 kesî pê tê, dest bi hevdîtinên destûra bingehîn ji çapemeniyê re girtî destpê kirin.