Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo Kobanê bang kir

Komîsyona Jinan a KNK’ê ji bo Kobanê bang kir

Komîsyona Jinan a KNK’ê civîna xwe ya asayî pek anî. Di Civînê de rewşa Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi berfirehî hat gotûbejkirin. Komîsyona Jinan a KNK’ê bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir, da ku xwedî li xwe derkevin û ji bo parastina xwe, cihê xwe di nava têkoşînê de wek hêzek pêşeng bigirin.

Komîsyona Jinan a KNK’ê di 26’ê Îlonê de di pêşengiya berdevka Komîsyona Jinan Xanim Şahla Hafîd de civîna xwe ya asayî pek anî.  Di Civînê de rewşa Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê bi berfirehî hat gotûbejkirin. Civîna Komîsyona Jinan a KNK’ê bi taybet têkildarî êrîşên terorîstên DAIŞ'ê yên di serî de li Şengal, Kobanê û bi giştî li Herema Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê rawestiya û ew erîşen li dijî mirovahiye bi tundî şermezar kir. Bi yekdengî û bi ruhe biryardarî pêdiwî ji bo pêşengiya jinên Kurdistan û pêşerojek azad, bû rojeva sereke ya civînê.

‘HETA AZADKIRINA KOBANÊ BILA JIN LI KOLANAN BIN’

Di civînê de hat gotin ku Kurdistan ji rewşeke awarte û xeternak re derbas dibe, ji her demê bêtir îro yekgirtin û hevkarî ji bo berxwedanek neteweyî pewîst e. Komîsyona Jinan a KNK’ê berxwedan û serhildana gele Kurd ji bo Kobanê silav kir û bang hemû jinên Kurdistan kir ku, heta azadkirina Kobanê hemû jin li kolan û qadan bin. Komîsyona jinan bang li jinên Kurd dike ku berî her kesî jin li hember DAIŞ bi tevahiya heza xwe bisekine û wiha hat gotin, “Ji ber ku DAIŞ ji aliyekî ve li dijî Kurdan û ji aliyê din ve jî dijmine jinan e. Di vê çarçoveyê de komîsyona jinan a KNK’ê berxwedana jinên Kobanê û gel Kurdistanê ji bo xwedîderketina nirxên xwe yên neteweyî silav dike.”

Komîsyona Jinan a KNK’ê bal kişand ser piştgiriya bi DAIŞ’ê re ku Tirkiye û dewletên dagirker ên heremê û ên cîhanî berjewendiyên wan li Kurdistanê hene. Li aliye din jî bêdengiya gelek sazî û rêxistinên jinan a navneteweyî û Rojhilata Navîn ya li beramberî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê bû mijara rexnekirinê. Komîsyona jinan bang li hemû jinen cîhanê, bi taybet jinên Rojhilata Navîn kir da ku DAIŞ wek hêza dijminê jinan bibînîn û piştgiriye bidin jinên Kurd ên berxwedêr.

Di civînê ev xisûs hatin destnîşankirin:

Komîsyona Jinan a KNK’ê, di heman demê de, helwesta Rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku li hember revandin, destdirêjî û kuştina zarok û jinên li Şengalê bedeng ma, rexne dike.

Komîsyona Jinan a KNK'ê, ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku berpirsiyariyên xwe yên di warê tenduristî, bicihkirin, azadkirina jin û zaroyan de pêk bîne. Her wiha ji parlamenterên jin ên parlamentoya Kurdistanê, sazî û dezgehên jinan jî hat xwestin ku bibin şopdarê vê dozê.

Komîsyona Jinan a KNK’ê her wiha bang dike ku deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojava de, ji bo alîkariya mîrovî neyê girtin û pêşiya alîkariyê bê vekirin. Ji bo ku peşiya sîyaseta li ser sînor bê girtin Komîsyona Jinan a KNK’ê peşnîyar dike ku deriyê sînor ne li gor aliyekî siyasî, di bin kontrola Parlamena Kurdistan da bê kontrolkirin.

‘DIVÊ KOMKUJIYA ŞENGAL WEK JENOSÎD BÊ QEBÛLKIRIN’

Li aliye din jî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xwestin ku di parvekirina alîkariyen mîrovî de ji bo tevlîbûna rêxistinên medenî veke, da ku parvekirina alîkariyan adîlane be.

Komîsyona Jinan a KNK’ê bang li Parlamena Kurdistan û dezgehên navneteweyî dike ku komkujiya li Şengalê weke jenosîdê bi nav bikin.

Komîsyona Jinan a KNK’ê biryar girt ku ji bo baweriya Êzidîtiyê bi jinên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê were nasandin, di demeke guncav de konferansek amade bibe. Li aliyê din jî komîsyona jinan, ji bo rewşa jinên Şengalî di cih de bişopînin, heyetên ji jinên Kurd û biyanî pêk tên biçin serdana Şengalê û encamên wê weke raporekê bi raya giştî ya navneteweyî re parve bikin.

Di civînê de, ji bo trajediya jinên Şengalî pêre rû bi rû mane careke din neyê dubarekirin, hat diyarkirin parastina cewherî ya jinan û bang ji bo jinen Kurdistan tê kirin ku xwe ji bo parastina cweherî amade bikin. 

Komîsyona Jinan a KNK’ê  her wiha ji jinên hunermend, rewşenbîr, siyasetvan û kesayetên serbixwe daxwaz dike ku, helwestên xwe yên der barê Kobanê û komkujiya Şengalê de, bi rêya medyayê xurtir bînin ziman û xwedî li erka xwe ya pêşengiye derkevin.”

Herî dawî, Komîsyona Jinan a KNK’ê bang li jinên herçar parçeyên Kurdistanê  û derveyî welat kir, da ku xwedî li xwe derkevin û ji bo parastina xwe, cihê xwe di nava têkoşînê de wek hezek peşeng bigirin.