Komeleya 78’yiyan wê dengê xwe bidin HDP’ê

Li Mêrsînê Komeleya 78’yiyan ragihandin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê û bang li ‘nifşê 78’an jî kir.

Komeleya 78’yiyan a Mêrsînê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê desteka xwe ya li HDP’ê ragihandin.

Komeleyê li avahiya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku ew ê dengên xwe bidin HDP’ê. Serokê Komeleyê Bayram Kizartici got ew alîgirê jiyaneke wekhev, azad û bi aştî ne û ji bo vê jî wê destekê bidin HDP’ê.

 ‘DIVÊ NIFŞÊ 78’AN JÎ DESTEKÊ BIDE’

Di daxuyaniyê de hate gotin HDP li dijî hêzên pergalê di têkoşîna demokrasi û aştiyê de xwedî helwesteke biryardar e û her wiha siyaseteke rasteqîn dike û ev ji bo siberojê girîng e.

Di daxuyaniyê de hate gotin di  ‘hilbijartina zordest’ de ji bo aştî, azadî, aştî û dadê li dijî hişmendiya yekreng ji bo ku hêviya xwe pêk bînin, li dijî Destûra 12’ê Îlonê, li dijî hiqûqa darbeyan û şertên Rewşa Awarte ew ê desteka xwe bidin HDP’ê.

Komeleya 78’yiyan wiha bang kir: ‘’Em nifşê 78’yiyan ku hevrêyên Mazlûm, Erdal û Sakîneyan in, em bang li nifşê xwe, hemû hêzên demokrasiye dikin ku destekê bidin HDP’ê û namzetê serokkomariyê yê HDP’ê, Selahattîn Demîrtaş.’’