Komeke çepgirên Elman ji bo Efrînê çalakiya bêîtîatiya sivîl kir

Komeke Elman a çepgir ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de li Bîelefeldê li avahiya rêxistinê SPD’ê çalakiya bêîtîatiya sivîl kir.

Yek ji pêkhateya çepgirên radîkal ên Elman, komeke endamê Interventionistische Linke (Çepa Mudaheleker) ji bo ku di êrîşa Efrînê de tangên Elman têne bikaranîn çalakiyek kirin.


Komê xwest SPD, ku yek ji şîrîkê hikûmeta Merkel e ji bo Efrînê tevbigere û alayên YPG, YPJ’ê bi avahiyê ve daleqandin. Oma SPD’ê afîşa, ‘’Ji şerê Tirkiyê re na, çekên Elman dibine hevkarê komkujiya li Efrînê û Kurd li Elmana zextê dibînin’ daleqandin.


Di afîşê de ji SPD’ê re hate gotin, ‘’Êdî bes e SPD, pişta Rojava bigire û qedexeya li ser PKK’ê bide rakirin.’’ Di çalakiya şevê dî de balkêş e ku alayên YPG’ê demeke dirêj li cihê xwe man.rêxistina 
Derbarê çalakiyê Interventionistische Linke li ser hesabê medyaya civakî daxuyanî da. Rêxistinê got, ‘’Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê êrîşa li ser demokrasî, azdiya jinê, mafê diyarkirina çarenûsê, bi kurtasî êrîşa li ser me hemûyan e.’’


Çalakiya li dijî SPD’ê li Hannoverê jî hate kirin. Li vir jî komeke dî ya endamê Interventionistische Linke li têketa rêxistina bajêr a  SPD’ê afîşên bi desteka berxwedana Efrînê hatin daleqandin.
Di afîşan de hate gotin: ‘’Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîna herî karîger YPG’ê kir. Hevgirtina me ya bi hevalên Kurd re wê bidome.’’