Kokimê guran zûriya: Referandûm divê bibe sedema şer

Hevkarê Erdogan ê şerê dijî Kurd, Serokê MHP’ê derbarê biryara referandûmê ya PDK’ê got, "hewce bike divê ev referandûm bibe sedema şer."

Gefên rêveberiya Serokkomarê Tirk Erdogan ên li ser biryara referandûmê ya PDK’ê didome, hevkarê şerê dijî Kurd ê piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê, Serokê MHP’ê Bahçelî gefên xwe gavekê bi pêş tir ve avêt.

Yek ji hevkarê hevkariya faşîst a AKP-MHP’ê Bahçelî di daxuyaniya çapemeniyê ya navenda partiya xwe de derbarê referandûmê got, "Ev referandûm hewce bike divê ji bo Tirikiyê bibe sedema şer."

Bahçelî wiha got: "Divê Qendîl, Şengal were tinekirin. Divê Qendîl ripîrast were kirin. Divê demildest derbên kuştinê li nobederên terorîzmê were xistin. Heta dawî divê mirov li dijî haziriya referandûmê ya Barzanî bisekine ku bajarên Tirkmen jî di nav xwe de vedihewîne. Divê were zanîn, referandûmeke pêkan provaya Kurdistanê ye. Ev referandûm ne ji xêra Tirkmen, Tirkiyê re ye. Ev referandûm hewce bike ji bo Tirkiyê divê bibe sedema şer."

Li gel ku Erdogan û Bahçelî destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ji xwe re dikine hedef jî, PDK û malbata Barzanî di serî de petrola Başûrê Kurdistanê hemû destkeftiyan dixin bin xizmeta hevkariya faşîst a Erdogan û Bahçelî û herêmê dikine bazara dewleta Tirk.