Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ku 22'ê Nîsanê ava bû, li 26 welatên Ewropayê û ji Japonyayê heta Kanadayê ji bo hilbijartinê karekî berfireh dike. Endamê koordînasyona hilbijartinê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç destnîşan kir ku bêyî cihêkariyê bikin ew xwe digihînin hemû dengdêran û got, "Bi moral û motîvasyoneke mezin em mal bi mal digerin û bi vî rengî karê hilbiljartinê dikin." Koç destnîşan kir ku HDP wê li Ewropayê dengekî gelekî zêde bigire.
'LI HER BAJARÎ GELEK KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN'
Yuksel Koç diyar kir, dema ku AKP-MHP'ê biryar dan ku hilbijartina pêşwext bê kirin, wan jî zend û bend ba dan û 22'ê Nîsanê li Ewropayê li hev civiyan. Koç anî ziman ku wê wextê wan Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP'ê ava kirin û stratejiyeke hilbijartinê ya ji sê qonaxan danîn pêşiya xwe.
Koç da xuyakirin ku di çarçoveya plansaziya lêpirsîn û qeydkirina dengdêran, qezençkirina dengdêrên nû û birina ser sindoqê ya dengdêran de wan dest bi kar kirin û li her wleat, bajar û semtan komîsyon ava kirin. Koç destnîşan kir ku ew dixwazin biçin serdana hemû malan û bi dengdêran re biaxivin.
'HDP LI EWROPAYÊ GELEKÎ BALÊ DIKIŞÎNE'
Yuksel Koç diyar kir ku ew li 26 welatên Ewropayê, li Kanada, Amerîka, Japonya, Awûstûralya û gelek navendên din ên cîhanê ji bo hilbijartinê kar dikin û got, "5 hezar û 300 kes di nava komîsyonên hilbijartinê de cih digirin. 2 hezar kes wê muşahît bin, 312 kes jî li ser sindoqan wezîfedar bikn. Em niha 8 hezar kes ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikin. Li hemû bajar û semtan moral û motîvasyoneke xurt heye. Ev yek jî rê li ber kelecanekê vedike ku ji ya 7'ê Hezîranê jî xurtir e. Hemû Tirkiyeyî û Kurdistanî zanin bê hêza ku encama hilbijartinê biguherîne kî ye. Lewma HDP gelekî balê dikişîne."
'EM DÎKTATORIYÊ HILWEŞÎNIN'
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç işaret bi girîngiya wê yekê kir ku divê HDP ji benda hilbijartinê derbas bibe û got, "Di nava şert û mercên asayî de rêjeya dengan a HDP'ê gelekî ji bendê zêdetir e. Lê belê AKP ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle çi jê tê dike. Erdogan ji xwe ferman da hêzên dewletê û YSK ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Ji bo em vê daxwaza Erdogan di ber de bihêlin, gelekî girîng e ku HDP ji bendê debas bibe. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe, azadî serdest bibe û dawî li dîktatoriyê bê anîn, ev yek nebe nabe. Divê her dengdêr bi vê bîr û baweriyê dengê xwe bide."