Kobaniyên li kampa AFAD'ê di bin zextê de ne dijîn
Kobaniyên li kampa AFAD'ê di bin zextê de ne dijîn
Kobaniyên li kampa AFAD'ê di bin zextê de ne dijîn
Kobaniyên li kampa AFAD'ê dimînin, di bin zexta leşkeran de di nava şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Kobaniyên li vê kampê diyar kirin ku ti daxwazên wan bicih nayên anîn û bi awayekî bi minet dimînin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji welatê xwe koçber bûne û hatine kampa AFAD'ê dimînin, di bin zexta leşkeran de di nava şert û mercên giran de hewl didin bijîn. Welatiyan anîn ziman ku ew nikarin di nava xwe de bi rehetî biaxivin û li êrîşeke fîzîkî û psîkolojîk rast tên. Ji ber ku ketina rojnamevanan qedexe ye welatiyên li wir dimînin nexwestin wêneyên wan û dîmenên wan bê kişandin û ne xwestin navê xwe jî aşkera bikin..
'MEHÊ CAREKÊ LI PÊWÎSTIYÊN WAN TÊ PIRSÎN'
Welatiyên ev 2 meh li kampa AFAD'ê dimînin dan xuyakirin ku berpirsyarên kampê bersivê nadin pêwîstiyên wan û dema diçin cem wan jî, tên tewirandin. Welatiyan bi lêv kirin ku yên di wargehên Şaredariya Pirsûsê de dimînin her roj tên gerandin û bi pirsgirêk û bersiv ji pêwîstiyên wan re tê dayîn. Her wiha xwarinên wan jî tenê miqarne û şorbenîsk tên dayin û ji 15-20 rojan carekê tirşika noka û sawar derdikev û cureyên xwarina 2 cureyan derbas nak e. Her wiha welatiyan da zanîn ku heta niha ne goşt ne jî fêkî ji wan re nehatiye dayîn. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û dan zanîn ku ji ber vê rewşa zehmet ew pêdiviyên xwe bi derfetên xwe tedarik dikin.
Welatiyan der barê pirsgirêkan gazinên xwe wiha anîn ziman: "Çay dan me lê belê ji bo em çayê tê de çê bikin e çaydan û ocax nedan. Leşker, polîs û peywirdarên vir xwarinên wan di xwaringehên taybet de tên çêkirin û 4-5 curê yên xwarina derdikevin. Dema em jî ji bo mafên xwe diçin me diqewirînin. Ji me re dibêjin ku "Hûn dûa bikin me vehewandine. Ne ji dewletê ba kê li we bineriya?" Her wiha ne ava germ û ne jî cereyan heye. Deriyên wan jî hemû xeraben in. Çop bi hefteyan nayên hevdan. Li binê her konekî 50 kes dimînin. Betaniyên dan me jî pir tenik in. Ji ber vê yekê zarokên me her tim nexweş dikevin. Dema pêlavan didin me kêm an jî yên nimareyên wan biçûk ango mezin didin me. Dema em jî guhertine diçe cem wan jî ji men re dibêjin "Em nikare biguherîn e, bavajêin çopê"."