Kobaniyên birîndar ên binçavkirî nayên berdan!

Kobaniyên birîndar ên binçavkirî nayên berdan!

Der heqê Kobaniyên birîndar ên li Rihayê di dema dermankirinê hatin binçavkirin, wextê binçavkirinê 24 saetan hat dirêjkirin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol da xuyakirin ku birîndar heta derengiya şevê nebirine nexweşxaneyê û birînên wan nehatine pansûmankirin.

6 Kobaniyên di pevçûnên li Kobanê de birîndar bûn û li Rihayê dihatin dermankirin, li gel 3 kesên li wan dinêrî û xwediyê mala lê dihatin dermankirin Mûstafa Çîçek duh danê sibê hatin binçavkirin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de daxuyaniyek da û anî ziman ku di nava binçavkiriyan de birîndarên nikarin bimeşin û divê birînên wan bên pansûmankirin hene, lê heta nîvê şevê ew nebirine nexweşxaneyê.

Ozbîngol da zanîn ku bêyî sedemek were nîşandan dema binçavkirinê 24 saetan hatiye dirêjkirin û got, "Ev YPG'yî bin jî bi wesayîtên servîsa lezgîn ên 112 hatine û ti pirsgirêka wan bi Tirkiyeyê re nînin. Şert e ku bên dermankirin, lewma divê tavilê werin berdan."

Di vê navberê de, xebatkarê Şaredariya Pirsûsê ku di serdegirtina duh a li avahiya xizmetê de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.