'Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ne'

'Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ne'

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ev 79 roj in li hemberî Kantona Kobanê didome û zêdeyî 200 hezar mirov ji cih û warên xwe qut bûne. Nêzîka 120 hezar kes hatin Pirsûsê. Welatiyên ji Kobanê hatine Pirsûsê û welatiyên Pirsûsê, der barê berxwedana Kobanê û xwedî li hevderketinê de axivîn. 

Welatiyên Kobanê diyar kirin ku gelê Pirsûs li wan xwedî derketine û ti carî ew bi tenê ne hiştine. Welatiyên bi navê Ahmet Muslum (60) destnîşan kir ku Kobanê û Pirsûs yek e û ti kes nikar e wan ji hev biqetî ne. Muslum got ku ew bi hêvî ye Kobanê azad bibe û wiha axivî: "Ev çeteyên DAIŞ'ê li ber çavên min serê mirovan jê kir. Li ser navê Îslamiyetê qetlîaman pêk tînin. Tiştê vana dikin kafir jî nakin. Zarokên min li hemberî van hovan şer dikin. Bi îzna xwedê YPG-YPJ dê bi ser kevin."

'EV XWEDÎDERKETINA GELÊ PIRSÛSÊ PÎROZ E'

Sedîka Badîn Hisên (55) jî bilêv kir ku dê YPG-YPJ wan çeteyan ji Kobanê derxînin û ti carî Kobanê nakeve. Hisên da zanîn ku xwedîderketina Pirsûsê bêhempa ye û encax biratiyak wiha bê kirin. Hisên wiha dawî li axaftina anî: "Dema êrîşa çeteyan li Kobanê destpê kir em mecbûr man derketin. DAIŞ'ê malên me talan kir, gelek nasên me qetil kir. Ev xwedîderketina gelên Pirsûsê pîroz e. Em ti carî nikar in heqê wan bide wan. Çi pêdiviyên me hebe bicih tînin. Xwedê ji gelên Pirsûsê razî be." Leyla Abdûlkadîr jî anî ziman ku tu carî Kobanê nakeve destê çeteyan û wiha axivî: "Em Kobanê nadin çete û çeqelan. Me xwîna xwe lê rijandine. Kobanê dê li wan çeteyan bibe goristan. Bila vê ya baş bizanin."

'TI KES NIKARE KOBANÊ Û PIRSÛSÊ JI HEV BIQETÎNIN'

Welatiyê Pirsûsê Cahît Denîz diyar kir ku dema şerê Kobanê destpê kir wan malên xwe ji Kobaniyan re vekir û 5 malbat anî mala xwe. Denîz got ku Kobanê-Pirsûs yek e û wiha domand: "Ne gelê Pirsûsê tenê, divê hemû Kurd xwedî li Kobanê derkeve. Zivistan jî hat. Pirsûs tiştên ji dest tê dike. Lê belê Pirsûs jî êdî nikar e bersivê bide pêdiviyan. Ji derve jî alîkarî pir kêm tê. Divê her kes destên xwe têxin bin vî kevirî. Bila her kes jî bizanin, tu kes nikar e Kobanê û Pirsûsê ji hev biqetînin. Divê gelê Kurd hişê xwe bidin serê xwe. Bila dijminê xwe baş nas bikin. Dijminê me yê herî mezin û sedemê vî şerî Tirkiye ye û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e. DAIŞ û Tirkiye yek e. Em ê hesabê van zarokan ji wî bi pirs in."

Firoşkarê bi navê Îsmet Şîmşek jî got ku yên xwestin Pirsûs û Kobanê ji hev veqetînin di xewn û xeyalan de ne û destnîşan kir ku Kobanê û Pirsûs kir yek. 

'ÊDÎ HER KES ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê NAS DIKIN'

Welatiyê Fevzî Yonten jî der barên êrîşên çeteyan û li ser xwedîderketina gelê Kobanê de ev tişt anî ziman: "Di encama vî şerî de bi hezaran kes koçber bûn. Bi sedan kes hat ba xwişk-bira û xizmên xwe. Ev sînorên sûnî xistin navbera me lê belê ti carî me ji hevdû cuda nekirin. Vê berxwedana Kobanê hemû Kurd kir yek. Hemû dinya bi berxwedana Kobanê hesiyan. Êdî hemû kes hêzên şervanên YPG/YPJ nas dikin. Di vî şerî de Pirsûs roleke wek eniyek paş ve lîst û hîn jî dilîz e. Berê qala berxwedana Vîetnam û Stalîngradê dikirin. Êdî her kes behsa berxwedana Kobanê dikin. Ti kes nikar înkar bikin. Di vê berxwedanê de giyaneyeke neteweyî û vîneek bêhempa derket holê."

'KOBANÊ Û PIRSÛS WEKE GOŞT Û NEYNÛKÊ NE'

Zaîle Kalya jî bal kişand ser helwesta dewleta Tirkiyeyê û da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê wek helweta DAIŞ'ê ye û wiha pê de çû: "Em ji welatê xwe koçber bûn. Pirsûs li me xwedî derket. Ne ji Pirsûsiyan ba bê kî zanî bû em li kî derê ba. Dewlet ti alîkariyê bi me nake. Li şûna alîkariyê bike, astengiya derdixîne. Kobanê û Pirsûs wek goşt û neynûkê ye. Yên xeyalên wan li ser Kurdan heye dê hemû vala derbikevin."

'DAIŞ Û TIRKIYE YEK IN'

Yûsûf Mehemed jî destnîşan kir ku biratiya dewleta Tirkiyeyê tenê bi gotinê ye û heta niha ji bilî dijminatiyê wan tiştekî nedîtine û wiha dewam kir: "Tirkiye dijminê Kurdan e. Alîgirên DAIŞ ê sereke dewleta Tirkiyeyê ye. DAIŞ û Tirkiye yek e. Ev dijmin bi ser nakevin. Em ti carî serê xwe li ber wan natewînin. Şervanên YPG/YPJ'ê dê Kobanê ji çeteyên hovan ên li dijî mirovahiyê paqij bikin û em ê bi xêra şervanên xwe biçin welatê xwe."