KNK: Divê li Efrînê toka binketinê bikine stuyê dewleta Tirk

KNK’ê li ser gef û fişarên dewleta Tirk a bi pêşengiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Efrînê daxuyaniyeke niviskî da û got, "Divê li Efrînê toka binketinê bikine stuyê dewleta Tirk û Erdogan."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser gef û fişarên dewleta Tirk a bi pêşengiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser Efrînê daxuyaniyeke niviskî da û got, "Divê li Efrînê toka binketinê bikine stuyê dewleta Tirk û Erdogan."

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan wê li Efrînê şikestineke ji ya Kobanê mezintir bixwin û got:

"Dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê şer di êrişa li ser Efrînê de, wê rû bi rûyî şkestineke ji ya Kobanê mezintir bên. Efrîn li cihê xwe ye. Efrînî li cihê xwe ne. Ew bi hemû hêz û şiyana xwe ve hazir û amade ne ji bo parastina welatê xwe, rû û rûmeta xwe, jiyan û paşeroja xwe. YPG-YPJ û hemû xelk pêk ve bi çek, bi gopal, bi das û bivir ketine çeperê parastina welatê xwe. Efrîn, Efrînî digel hertiştî tercîha şerî nakin, naxwazin şer çêbe. Lê heke bû jî Efrîn wê bibe gora TC’ê, gora Erdogan, hukûmeta wî û cepheyê wî."

Daxuyaniya KNK’ê ya li ser gef û fişarên dewleta Tirk a li ser Efrînê wiha ye:

ENIYEKE DIJÎ KURD Û KURDISTANÊ HATIYE AVAKIRIN

"Serokkomarê TC’ê  Teyîb Erdogan dîsa ve dest lêxistina dahola şerî kiriye. Ev e demeke ku di hemû kom û kombûnan da careke dî kêlbeyên xwe yên şerî tîj kirine û adeta tif ji devî dibare û hirehira şerî dike. Vê carê jî Efrîn li zimanê xwe alandiye. Erdogan ketiye derdê paşeroja xwe, lewma di nav lepê Ergenekonê da bûye lolebkêş û di gel hêzên dî yên dewleta kûr ya TC’ê, di gel MHP’ê ya Devlet Bahçelî û hêzên dî yên nasyonalîst û kevneperest cepheyekî fireh dijî Kurd û Kurdistanê vehûnandiye. Serokê MHP’ê Bahçelî sîr dide û berdevkê vê eniya bêyom Erdogan jî gefan dixwe. Di halê hazir da TC’ê Kurd û Kurdistan kiriye hedefa xwe. Niyeta xwe qet venaşerin, bi vekirî dibêjin ku ew ê qira Kurdan bînin. Armanca wan ya nû Efrîn e. Dagîrkeriya xwe ya li ser Cerablus û El-Babê bo xwe dikine referansa serkevtinê û bi vê hirsê wisa hizir dikin ku wê Kantona Efrînê jî dagîr bikin. Haziriyên xwe yên leşkerî li goreyî vê niyeta xwe seferber kirine û niha dixwazin bîr û rehiya giştî amadeyî vî şerî bikin. Di xeta Cerablus, El-Bab heta Idlîbê da her çi komikên kevneperest yên bermayiyên El-Qaîde û DAÎŞ’ê hebin hemû organîze kirine ku di dagîrkeriya Efrînê da bi kar bînin.

KOBANÊ BÛ NÎŞENEYA PÊŞVERÛTIYÊ Û DEWLETA TIRK JÎ BÛ YA PAŞVERÛTIYÊ

Serketina Kurdan û hevçeperên wan ya li Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûriyeyê xewa TC’ê hind verevandiye ku êdî bêşiûr bûne û ji şerî pê ve tiştekî dî nikarin bihizirin. Niha di mejiyê wan da tenê yêk xal sabit bûye: Kurdan qir bikin, destkevtên wan hilweşînin û Kurdan di nav Sûriyeyê da bêyî maf bihêlin. Dewleta Tirk û berdevkê cepheyê şer Erdogan adeta jiyana xwe li ser birandina Kurdan plan kirine. Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûriyeyê bûye meydana sîstemekî nû, demokratîk û federal ku xelkên navçeyê tê da di nav wekhevî û azadiyê da bijîn. Vê hebûnê hiş di serê TC’ê û rêvebirên wê da nehêlaye. Kurdan di gel tifaqdarên xwe pişta kevneperestiya DAÎŞ’ê, El-Qaîde û hêzên dî şkand ku li pişt wan dewleta Tirk hebû. Serkevtina Kurdan û tifaqdarên wan ya li Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûriyeyê ya li dijî hêzên kevneperest û destekdarên wan bû sebebê sempatiyeke mezin û piştevaniyeke navneteweyî pêkhat li dora Kurdan û hevpeymanên wan. Bi taybetî serkevtina Kobanê ya dîrokî bû sembola dinyaya pêşverû. Di vê prosesê da Kurd bûne sembolên cîhana pêşverû, dewleta Tirk jî bi piştevaniya xurt ya digel DAÎŞ’ê û El-Qaideyê bû nîşaneya paşverûtiyê.

Ev pêşketin û serketina Kurdan û pêkînana wan ya sîstemekî nû û demokratîk di gewriya TC’ê û berdevkê vê dewleta nijadperest Erdogan da naçe. Lewma her bi çi rengî be dixwazin vê hebûnê bifetisînin. 

ERDOGAN BI ZANEBÛN REWŞÊ ŞÊLÛ DIKE

Dewleta Tirk li tixûbên rojavaya Kurdistanê hejmara leşkerên xwe zêde kiriye û cebilxaneya leşkerî jî di dereceya herî bilind da bi cih kiriye. TC’ê û Erdogan tifaqa Xweseriya Rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakura Sûriyeyê ya digel Amerîkayê (DYA) û mezinkirina hêza leşkerî bo xwe kiriye hêcet ku êrişî Efrînê û hetta hemû Rojavaya Kurdistanê bike. YPG wekî hêzeke leşkerî ya gelerî ji 2011’ê were li vê navçeyê bi aktîvî karê asayiş û parastinê dike. Erdogan bi zanabûn rewşê şêlû dike û ji bo êrişkariya xwe argumentan diafirîne.

DIVÊ KURD Û HEVALBENDÊN WAN LI DIJİ ÊRÎŞKARIYA TIRK BIKEVIN POZÎSYONA XWEPARASTINÊ

Li gorî konjonktura dinyayê, Rojhilatanavîn û navçeyê herçend rûyê dewleta Tirk nebe jî Kurd û tifaqdarên wan yên li bakura Sûriyeyê divêt li beramberî êrişkariya dewleta Tirk pozisyoneke xurt ya parastinê nîşan bidin. 

Erdogan û hukûmeta wî di nav tengaviyê da ne. Hêj ji niha ve pêvajoya hilbijartinan ya 2019’ê dayne dest pê kirin. Erdogan dixwaze pêla nijadperestî û kevneperestiya navxweyî bilind bike, daku hilbijartinan bo desthilata xwe garantî bike. Lewma hewcehiyê di şerê dijî Kurd û Kurdistanê da dibîne. Li "zaferekê" digere. Efrînê bo xwe wekî "xeleka zeîf" dibîne. 
Lê belê, TC pêk ve, Erdogan û hukûmeta xwe û digel tifaqdarên xwe pêvajoyê gelek xelet dixwînin. Ew di muhtemel êrişeke li ser Efrînê da bi ser nakevin. Nikarin "zaferekê" bi dest ve bînin. Bi hezîmeteke mezin jî be nikarin wê zafera ku xiyal dikin jî bibînin. Ango êrişa wan bo wan nabe "Zafera Pirus" jî. 

‘LI KOBANÊ NE TENÊ DAÎŞ, DESTEKDARÊN TC’Ê Û ERDOGAN JÎ ŞIKESTIN’

Li dinyayê di êrişên mezin yên dagîrkirinê û berxwedana parastinê da "Berxwedana Stalingradê" her daîm wekî nimûne tê nîşandan. Xelkên Sovyetê, erîşa Naziyan li Stalingradê şkandin û ew berxwedana efsanewî ya Stalingradê bo Naziyan bû destpêka binketinê. Em di vê êrişkariya TC’ê, ya hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê nijadperest û kevneperest de berxwedana Stalingradê nakine referans. Em berxwedana Kobanê dikine referans bo têkoşîna dijî dagîrkeriya TC’ê û hukûmeta Erdogan. Xelkê me li Kobanê dîroka berxwedanê ji nû ve nivîsî. Li Kobanê ne ku tenê DAÎŞ hate şkandin. Her wisa destekdarên wan ku di serî da TC û hukûmeta Erdogan bûn, hatin şkandin. Li Kobanê kevneperestî, nijadperestî û statukoperestiya hemû navçeyê hate şkandin.

LI EFRÎNÊ WÊ ŞIKESTINEKE JI YA KOBANÊ MEZINTIR BIXWIN

Dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê şer di êrişa li ser Efrînê de, wê rû bi rûyî şkestineke ji ya Kobanê mezintir bên. Efrîn li cihê xwe ye. Efrînî li cihê xwe ne. Ew bi hemû hêz û şiyana xwe ve hazir û amade ne ji bo parastina welatê xwe, rû û rûmeta xwe, jiyan û paşeroja xwe. YPG-YPJ û hemû xelk pêk ve bi çek, bi gopal, bi das û bivir ketine çeperê parastina welatê xwe. Efrîn, Efrînî digel her tiştî tercîha şerî nakin, naxwazin şer çêbe. Lê heke bû jî Efrîn wê bibe gora TC’ê, gora Erdogan, hukûmeta wî û cepheyê wî.
 
Rewş nazik e, hessas e û li ber hewayekî xurt yê şerî ye. Dewleta Tirk û hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê şer Efrîn û Rojavaya Kurdistanê bo xwe kirine hedef. Hêzên kevneperest yên paramiliter li navçeyê ji teref dewleta Tirk ve hatine organîze kirin. 

Di vê pêvajoyê da çi îmkanê bêdengmanê nemaye. Dengê şer û êrişkariyê hatiye bilind kirin. Lewma divêt dengê parastinê û berxwedanê jî bête bilind kirin.

BANG LI KURD Û KURDISTANIYAN: KURD MECBÛRÎ SERKETINÊ NE

KNK bi giringî bangî Kurd û Kurdistaniyan dike ku vê rewşê, vê pêvajoyê gelek ciddî bigirin û li gorÎ wê amade bin. Dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan bi vê planê dagîrkeriya li ser Efrîn û Rojavaya Kurdistanê ji bo hemû dînamîkên Kurdistanê yêk rê hêlaye û ew jî man an neman e. Kurd, û hemû tifaqdarên wan di vê rikeberiyê de mecbûrî serkevtinê ne. Hemû hazirî divêt li ser vê hedefa şkandina dijmin bêne kirin. Ji serkevtinê pê ve çİ hedefên me nînin û nabin. Efrîn divêt bibe kela berxwedan û serkevtinê. Divêt li Efrînê toka binketinê bikine stuyê dewleta Tirk û Erdogan.

BANG LI NE, YE, RÛSYA, ÇÎN, VATÎKAN, HEVXEBATA ÎSLAMÎ

KNK her wisa bangî dinyayê, Neteweyê Yekbûyî (NY), Yêkîtiya Ewrûpayê, Amerîkayê (DYA), Rûsyayê, Çînê, Vatîkan û Teşkîlata Hevxebatê ya Islamî dike, ku hiştareke xurt bidine dewleta Tirk û Erdogan ku nekevine vê maceraya şerekî ku bo wan dê mutleq xesar û şkestin be.

BANGA LI GELÊ TIRK Ê DEMOKRAT, LÎBERAL

KNK bangeke taybetî li xelkê Tirkiyeyê, li hêz û dînamîkên humanîter, lîberal û demokrat yên nava Tirkiyeyê jî dike, ku beramberî vê şerxwaziya cepheyê Ergenekon-Erdogan-Bahçelî bi xurtî rawestin, dengê xwe bilind bikin û rê li ber wan bigirin. 

BANGA LI TEVAHIYA KURDÊN DINYAYÊ

KNK gaziya xwe bi xurtî dubare dike ku xelkê Kurd li seranserê Kurdistanê, li meydanên diasporayê û hemû dînamîkên dî yên Kurdistanê, biçûk mezin hemû bizavên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê pêk ve her bi çi rengî be mil bi milê Efrînê û Rojavaya Kurdistanê di nav dînamîzmeke xurt da bin, aktîv bin û digel dostên xelkê me di nav têkiliyê da bin û bi vê hêza mezin dijî êrişkarî û dagîrkeriya dewleta Tirk û hukûmeta Erdogan bi şuûreke xurt ya neteweyî û niştimanî rawestin.

Xelkê me, Efrîn, Rojavayê Kurdistanê, Federasyona Bakura Sûriyeyê û tifaqdarên wan wê serbikevin!

Dewleta Tirk, Erdogan, hukûmeta wî ya AKP’ê û cephedarên wan wê binkevin!"