KNK: Êrîşên li dijî sivîlan nayê qebûl kirin

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî bûyerên li Xezzayê got; "Divê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê li dijî sivîlan çek bikarneîne. Êrîşên li dijî sivîlan nayê qebûl kirin û cihê şermezariyê ye."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî bûyerên li Xezzayê  daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga aştiyê li Îsraîl û Fîlîstînê kir.

KNK'ê bi bîr xist ku ji duh û vir ve di xwepêşandanan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2000 kes jî birîndar bûne. KNK'ê got divê hêzên ewlehiyê yên Îsraîl li dijî sivîlan çek bikarneîne û êrîşa li dijî sivîlan şermezar kir.

Di daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Rojhilata Navîn têra xwe bi arêşe, gir û giriftarî ye. Li vê cografyayê pirs û pirsgirêk mixabin bi diyalogê nayên çareser kirin. Yek ji van pirsgirêkan jî rikeberiya Îsraîl û Filistînê ye ku ev e bi dehan salan e hêj jî, li goreyî rastiya îro û hebûna xelkên navçeyê formeke maqûl wernegirtiye. Hal ew e ku di dinyaya îro de Îsraîl û Filistîn wekî du dewletên cîran û xwedî maf dikarin di nava aştiyeke berfireh û kamil de li rex hev bijîn."

KNK'ê qala Qudisê jî kir û wiha got; "Di serî de Qudis û li ser hemû pîroziyên dînî gurkirina şer û zêdekirina pirsgirêkan hem ji bo dewletên Îsraîl û Filistînê hem jî ji bo xelkên herdu dewletan feydeyê nayîne. Tam dijber dijminahiyê kûrtir dike, ku ev e rê li ber diyalog û çareseriyê digire û zerareke mezin digihîne xelkên Îsraîl û Filistînê. Her wiha navçe jî ji aramî û tenahiyê dûr dixe."

KNK'ê herî dawî banga aştiyane li Îsraîl û Filistînê kir û got; "Em daxwaz ji rêveberiyên Îsraîl û Fîlîstînê dikin ku li dijî hev ne di pozîsyona şer û dijminahiyê de bin, pirsgirêkên xwe bi diyalog û metodên aştiyane çareser bikin û rêz li hebûn û nirxên pîroz bigirin. Bi dilgerî em daxwaz ji dewleta Îsraîl dikin ku li dijî welatiyên sivîl û nerazîbûnên demokratîk û aştiyane bi tolerans nêz bibe, li dijî sivîlan çek bikarneîne."