KESK’an heta binçavkirî hatin berdan di nava çalakiyê de bûn
Endamên KESK’ê yên ku bi BHQ'ê ve ji karên xwe hatibûn dûrxistin, ji bo karkerên li Bakirkoyê hatin binçavkirin bên berdan, li Kadikoy Alti Yolê di çalakiyê de bûn.
Endamên KESK’ê yên ku bi BHQ'ê ve ji karên xwe hatibûn dûrxistin, ji bo karkerên li Bakirkoyê hatin binçavkirin bên berdan, li Kadikoy Alti Yolê di çalakiyê de bûn.
Karkeran li dijî dûrxistinê ji kar ên bêmaf û bê hiquqê her roja Şemiyê di saet 14.:00 heta saet 16.00’an de nobedê digirtin, heta hevalên wan hatin berdan, bi saetan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Li dijî dûrxistina ji kar, 16 endamên KESK’ê her roja Şemiyê li Bakirkoyê çalaki pêk danîn, piştre ev kes hatin binçavkirin. Ev binçavkirin li gelek deverên cuda hate protestokirin.
Karkeran li dijî dûrxistina ji kar her roj di saet 14:00'an heta 16:00’an de li Kadikoy a Alti Yolê heta hevalên wan hatin berdan, cihên xwe yên nobedê bernedan. Kedkarên civakî bi dûrişmên “ Binçavkirin,girtin û êrîş me têknabe”, “Ji dûrxistina kar a bê hiquq, bêneheqî re NA”, “BHQ'ê wê biçe, em ê bimînin” berz kirin, karkeran dema ku agahiya berdana hevalên xwe bihîstin, çalakiya xwe di saet 21:30’an de bi tîlîlî û dûrişman ve bidawî kirin.