KESK 18 salî ye!
KESK 18 salî ye!
KESK 18 salî ye!
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) 18 salî ye. Desteya Rêveberiya KESK'ê sala 18. a têkoşîna kedkaran pîroz kir.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) 18 salî ye. Desteya Rêveberiya KESK'ê bi wesîleya sala 18. a têkoşînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku dê têkoşîna wan dewam bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Meşa me ya ber bi demokrasî, azadî, xwik û biratî, aştî û wekheviyê dewam dike" û salvegera damezrandina KESK'ê ya bi pîvana "maf nayê dayîn tê stendin" dimeşe, li hemû kedkaran pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dîroka KESK'ê ne bi tenê 18 sal in û hat gotin: "Dîroka KESK'ê bi dîroka têkoşîna azadî û mafên demokratîk a Tirkiyê re bûye yek. Ji Encumen-î Mûallîm heta TOS'an, TOB-DER'an, TUM-DER'an, TUS-DER'an dîroka her kesên tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakiriye, dîroka KESK'ê dîroka KESK'iyan e. Lewma her çend di dilê me de coşa ciwanekî-e 18 salî hebe jî, em xwedî zanyariya çinareke gewre ya zêdeyî 100 salî ne, ku rehên xwe berdaye kûrahiya erdê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku KESK navê têkoşîna jiyaneke mirovane ya kedkar û tevahiya mirovên li vî welatî ye.
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zêdebûna zext, zordarî û astengiyên li pêşiya mirovên welatekî azad û demokratîk û keda kedkaran dixwazin û hat gotin, "Îro ji bo me ne tenê rojeke pîrozbahiyê ye, di heman demê de roja bilindkirina têkoşînê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta jiyaneke aştiyane, azad û demokratîk, ewê têkoşîna KESK'ê dewam bike.